Sê teqîn li Siweyda pêk hatin, 38 kuştî û 37 birîndar

Li bajarê Siweyda ya başûrê Sûryê 3 teqîn pêk hatin, di encamê de 38 lekşekrên rêjîmê hatin kuştin û gleke sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di dema teqînan de çeteyên DAIŞ`ê êrîşê hin gundên Siwêdayê kirin.

 Sê teqîn li Siweyda pêk hatin, 38 kuştî û 37 birîndar
25 tîrmeh, 2018   08:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya rêjîma Sûriyê SANA'yê  têkildarî mijarê got ku kesekî teqemenî li xwe pêça bû, berê xwe da sivîlan û xwe teqand.  Navenda Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan (Mersed Sûrî) jî derbarê mijaêr de got di encama êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser heremên di bin serweriya rêjîmê de 32 kes hatin kuştin. Hate gotin ku di nava kuştiyan de sivîl hene.

Li gorî agahiyên ku ji bajarê Siweyda hatin girtin,  çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî veşartî derbasî bajarê Siweyda bûn û sê teqîn pêk anîn. Yek ji teqînan li nêzî bazara navendî, ya dûyem li nêzî çerxeriya El-Meşneqa û ya sêyemîn li çerxeriya El-Necma pêk hat.

Di heman dema teqîn pêk hatin de çeteyên DAIŞ`ê êrîşî gundên El-Motina, Dûma û Tîma yên gundewarên Siweyda kirin. Di encama êrîşan de gelek kuştin û birîndar çêbûn.

Çavkaniyan ji herêma Siwêda û gundên El-Şebkî, El-Şirêhî, Ramî û Terba yên rojhilatê Siwêda banga alîkariyê kirin  û destnîşan kirin ku gundên wan rastî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê tê.

Rayedarên Tenduristiyê yên Sûriyê ji ajansa SANA re gotin ku 27 kes di êrîşa li ser gundê El-Motina, El-Siwêmira, Terba û El-Şebekî yên dundewarên Siweyda de hatine kuştin û gotin ku hejmara hejmara kesên di teqînan de hatine kuştin 38 kes in, 37 kesên din birîndar bûne.