Ava gemarî li Eyn Îsa nexweşiyan belav dike

Ava gemarî ya ku digihîje gundewarên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, nexweşiyan di nav şêniyan de belav dike. Her wiha aliyên peywendîdar ji ber kêmderfetan nikarin pirsgirêkê çareser bikin.

Ava gemarî li Eyn Îsa nexweşiyan belav dike
25 tîrmeh, 2018   07:40

EHMED EL-KEMIYAN-TIRKÎ EL-KALIT/GIRÊ SPÎ

Bajarokê El-Hîşê ku 27 gund girêdayî wî ne, dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsa li herêma Firatê. Şêniyên bajarokê ji ber ava qirêjî vedixwin gelek nexweşî di nav wan de belav bûne. Bajarokê El-Hîşê û gundên girêdayî wê ji pompa avê ya Til El-Simin ava xwe dibirin. Lê piştî ku pompa avê ji aliyê DAIŞ'ê beriya ku ji herêmê bê qewirandin, talan kirin û ji wê û şûnde û ji sal û nîvekê, pompe ji kar derketiye. Tevî ku pompa avê ya Til El-Simin ava vexwarinê ji şêniyan re peyda dikir, bandoreke wê ya mezin li ser çandiniyê hebû û stasyon 16 hezar hiktar erdên çandiniyê ava dida.

Bi rawestandina pompa a avê ya Til El-Simin re, şênî neçar man av ji sahrîcên n taybet yan jî  sahrîcên şaredariyê bikirin lê ew têra pêwîstiya şêniyan nake ji ber serjimara şêniyan a zêde.

Sahrîcên avê nayên bakkirin û parzûnkirin ji ber wê gelek nexweşî di navş;niyan de belav dibin. Nexweşiya herî sereke nexweşiya zikçûnê li gel zarok û yên temen mezin zêde belav bûye.

Têkildarî vê mijarê welatiyên bi navên Xazî El-Ayid û Rabaa El-Îsa ji şêniyên bajarokê El-Hîşê dibêjin ku piştî sekinandina stasyona avê, ew neçar man av ji sahrîcan bikirin û ew jî bi xwe re ji ber nepaqijiya avê gelek nexweşî di nav şêniyan de belav kir.

Li ser vê mijarê hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê El-Hîşê Hemîdî El-Mihemed wiha got: "Av ji çavkaniyê qirêj tê û nehatiye stewrkirin. Çareserî di xebitandina pompa Til El-Simin de ye , ya ku beriya ku avê bavêje xetên avê, av parzûn û stewr dikir.” Her wiha El-Mihemed destnîşan kir ku ew ji ber kêm derfetan nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û tekez kir ku ew niha bi koordîneya bi yek ji Rêxistinên Xêrxwaziyê re torbînê sererast dikin.

Bajarokê El-Hîşê, 15 km'yan li aliyê rojhilat ê navçeya Eyn Îsa ye û serjimara şêniyên wê 7 hezar û 500 kes in.

(şx/ew)

ANHA