Av ji 7 gundên herêma Şehbayê re hat peydakirin

Di çarçoveya xebatên xizmetguzariyê de Şaredariya Gel bi hevkariya komîna gundê Xirnata av gihand 7 gundên girêdayî navçeya Fafîn a herêma Şehbayê.

Av ji 7 gundên herêma Şehbayê re hat peydakirin
Av ji 7 gundên herêma Şehbayê re hat peydakirin
Av ji 7 gundên herêma Şehbayê re hat peydakirin
25 tîrmeh, 2018   07:47

ŞEHBA

Şêniyên Efrînê piştî dagikrirna herêmên wan ji aliyê artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê ve, neçar man ji malên xwe derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bûn. Lê binesaziya herêma Şehbayê ji ber topbarana artêşa tirk wêran bûye.

Şêniyên Efrînê ku li gundê Xirnata û gundên derdora wê (Hisacik, Hasîn, Werdiyê, Hilîsê, Wehşiyê, Qiramil) bi cih bûne, ji ber tunebûna avê astengî dikişandin.

Bi armanca peydakirina avê ji gundê Xirnata re, Şaredariya Gel a navçeya Fafîn û bi koordîneya komîna gund re, bîreke avê ji nû ve xebitand û niha ava bîrê bi rêya sarîcan li şêniyan belav dikin.

Her bermîlek avê bi buhayê 50-75 lîrayên Sûriyeyê li gorî nêzîkbûn û dûrbûna gund ji bîrê tê firotin. Lê buhayê her sarîcekî 2500 lîre ye. Şênî tenê 1000 lîre didin û 1500 lîre jî şaredarî dide.

Rêveberiya Komîna gundê Xirnata Mihemed Şêxo got ku ji ber pirsgirêka avê gelek astengî dikşandin û av bi nirxeke pir buha dikirîn û wiha domand: "Em wek komîna gund bi Komîteya Xedemî a Şaredariya Gel re koordîne kir da ku vê pirsgirêkê çareser bikin" .

Mihemed Şêxo diyar kir ku hindek malbat ji ber rewşa wan a aborî ya nebaş, avê bê pere ji wan re pêşkêş dikin û di dawiya axaftina xwe de Şêxo got ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi awayekî cidî dixebitin.

 (şx/ew)

ANHA