Îsraîl û Şam hevpeymana bidawîkirina pevçûnan nû dikin

Şam û Til Evîv duh hevpeymana bidawîkirina pevçûnan jinûve tecrûbe kirin, piştî ku Îsraîlê balefireke Sûriyeyê ku hevpeymana li Colanê derbas kiribû xist xwarê. Xwepêşandanên li Îraqê paşeroja hevbendiyên hikûmeta Îraqê hildiweşîne. Li Yemenê jî hêzên ku alîkariya xwe ji koalîsyona Erebî werdigrin bi nêzîkbûna dawiya muhleta Griffith li El-Hudeyda belav dibin.

Îsraîl û Şam hevpeymana bidawîkirina pevçûnan nû dikin
25 tîrmeh, 2018   07:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa aloziya başûrê Sûriyeyê û xistina balefireke Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve kirin. Her wiha avakirina hikûmeta Îraqê di encama xwepêşandanan de hate rawestandin. Hêzên ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigirin li bajarê El-Hudeyda ya Yemenê belav dibin.

Îsraîlê balefireke Sûriyeyê xist xwarê

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa aloziya Sûriyeyê û gelek mijarên din kirin. Rojnameyan bal kişandin ser aloziya li başûrê Sûriyeyê û rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şam û Til Evîv hevpeymana bidawîkirina pevçûnan tecrûbe dikin". Rojnameyê diyar kir ku Til Evîv ragihand ku artêşa Îsraîlê balefireke Sûriyeyê bi fûzeyeke patiryot duh xistiye xarê piştî ku sînorê hevpeymanê li Colanê derbas kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de gotiye ku wê çavdêriya balefira Sûriyeyê kiriye û piştî 2 km derbasî Îsraîlê bûye wan xistiye xwarê. Ji sala 2014'an ve ev cara yekemîn e ku Îsraîl balefireke Sûriyeyê xistiye, li aliyekî din şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê û tabûreke girêdayî DAIŞ'ê de li herêma Quneytera berdewam in.

Rûsya û Îsraîlê der barê Sûriyeyê de lihev nekirin

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl xetên xwe yên sor bi xistina balefireke Sîxoy diçespîne". Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "tunebûna hevpeymaneke girêdayî hebûna Îranê di Sûriyeyê de rewşa başûr aloztir dike". Rojnameyê diyar kir ku li nêzî sînorên di navbea Sûriye û Colana Dagirkirî de alozî dijwartir dibe û metirsiya derketina dijberiyeke rasterast di navbera herdu aliyan de derbikeve, nemaze piştî ku Rûsya û Îsraîlê derbarê dosya Sûriyeyê de nikaribûn li hev bikin û bi taybet girêdayî hebûna Îranê ku Îsraîl weke xeteke sor bi nav dike.

Kum Spî ber bi herêmên komên çekdar ve

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Bi sedan kum spî li başûrê Sûriyeyê dorpêçkirî ne". Rojnameyê diyar kir ku hêjî bi sedan endamên "Kum Spî" (Hêzên Parastina Sivîl) li herêmên tabûrên opozîsyonê yên li başûrê Sûriyeyê dorpêçkirî ne. Her wiha metirsiya çarenûsa van ne diyar e piştî ku bêtirî 400 ji wan û malbatên wan derbasî Urdunê hatin kirin. Birêveberê Rêxistina "Kum Spî" ya Sûriyeyê Raêd El-Salih got ku ji evan endam bêne veguhestin ew di nava xebatan de ne û dê ber bi Bakurê Sûriyeyê ve bêne şandin, piştî ku veguhestina wan a ber bi Urdunê ve hate astengkirin.

El-Herîrî li benda nexşeriya Rûsya ya vegerandina koçberên Sûriyeyê ye

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "bendewariya nexşeriya Rûsya ya vegerandina koçberan.. şandeyê Pûtîn di dawiya hefteyê de serdana Beyrûtê dike". Rojnameyê diyar kir ku serokê ku bi avakirina hikûmeta Lubnanê hatiye erkdarkirin Seed El-Herîrî li benda nexşeriyeke Rûsya ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê amade kiriye da ku koçberên Sûriyeyê vegerîne Sûriyeyê û banga kordîneyê bi rêveberiya Amarîka û Netewên Yekbûyî û hemû aliyên têkldar re kir ku aloziyê çareser bikin. Berdevkê Wezarata Karên Derve ya Rûsyayê jî got ku nêzî 30 hezar Sûrî ku li Lubnanê bi cih bûne ji ber ku şerê rêjîma Sûriyeyê kirine naxwazin vegerin Sûriyeyê.

Xwepêşandan paşeroja danûstandinên ji bo avakirina hikûmeta Îraqê hildiweşîne

Girêdayî mijar û aloziya Îraqê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Pîvanên nû ji bo danûstandinên avakirina hikûmeta Îraqê". Rojnameya El-Ereb jî wiha got: "danûstandinên avakirina hikûmeta nû bi xwepêşandanan hate pêçan". Rojnameyê li ser navê hin siyasetmedarên Îraqê wiha got: "tevgera xwepêşandanên li dijî gendeliyê û lawazbûna xebatên xizmetguzariyê, paşeroja danûstandinên siyasî yên girêdayî avakirina hikûmeta nû li hemberî hilweşandinê rû bi rû dihêle. Her wiha destnîşan kirin ku astengiyên li pêşiya peywendiya di navbera aliyan de hişt ku xebatên avakirina hikûmetê hema were rasestandin.

Îsraîl beşekî ambargoyê ji ser Gaza radike

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lieberman biryara rakirina beşekî ambargoyê ji ser Gaza da û Mladenov gihîşt Gaza da ku aramiyê biparêze". Rojnameyê destnîşan kir ku rayedarên Îsraîlê rê li pêşiya derbasbûna sotemenî û gaza çêkirina xwarinê vekir, piştî ku nêzî du hefteyan ambargo li ser Gazayê hate ferzkirin û di encamê de rewşa mirovahî li Gazayê gelekî xirab bû.

Rojnameyê diyar kir ku vekirina deriyê bazirganiyê "Kerem Ebû Salim" piştî fermana Wezîrê Artêşa Îsraîlê Avigdor Lieberman pêk hat.

Hosî ji bo serweriya li ser Partiya Konferansa Gelêrî zextên xwe didomînin

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo serweriya li ser Partiya Konferans, Hosî zextên xwe didomînin". Rojnameyê diyar kir ku hin çavkaniyên partî li Senha ragihandine ku çekdarên Hosî peywendiyên xwe berdewam dikin da ku zextê li rayedarên Partiya Konferansa Gelêrî bikin û veguherînin basekî xwe, bi taybet piştî ku danûstandinên bi rêveberiya Netewên Yekbûyî di navbera artêşê û Hosiyan de hate destpêkirin.

Belavbûna li El-Hudeyda li rex nêzîkbûna dawiya muhleta Griffith

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî mijarên Yemenê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Belavbûna li El-Hudeyda li ser gumana têkçûna peywira Griffith" rojnameyê diyar kir ku çavkaniyên siyasî yên Yemenê guman dikin ku çalakiyên leşkerî li berava rojava ji nû ve destpê bikin piştî ku muhleta Martin Griffith ya birazîkirina Hosiyan bidawî dibe. Çavkaniyan dane zanîn ku belavbûna leşkerî ya girêdayî Koalîsyona Erebî li bajarê El-Hudeyda zêde dibe.

Lûtkeya dewletên Kendavê û Amarîka

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat nivîseke xwe ya din wiha bi nav kir: "Waşinton amadekariya Lûtkeyekê bi rayedarên dewletên Kendavê re dike". Rojnameyê diyar kir ku erkdarê Amarîka li Dewha Ryan Kleha duh got ku Waşinton dê xebatên xwe di van mehên pêş de zêde bike da ku aloziya li Kendavê bidawî bike û dê lûtkeyeke dewletên Kendavê û Amarîka beriya dawiya salê lidar bixîne.