Welatiyekî sivîl bi guleya artêşa Tirk li Serêkaniyê birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker embarxaneyên taxa El-Meheta ya naveçya Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê armanc girt û di encamê de welatiyekî sivîl birîndar bû.

Welatiyekî sivîl bi guleya artêşa Tirk li Serêkaniyê birîndar bû
25 tîrmeh, 2018   07:38

HESEKÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker îro saet di 10:00'an de gule li welatiyên sivîl ên bajarê Serêkaniyê barandin. Li gorî çavkaniyan leşkeran gule li embarxaneya taxa El-Meheta ya navçeya Serêkaniyê barandin û di encamê de welatiyekî sivîl birîndar bûye.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de hêza xwe li deverên sînorê yên nêzî bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê zêde dike. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, artêşa Tirk tank û panzêrên xwe li seranserî devera sînorê ya di navbera bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de belav dike.

ANHA