Ji ber germahiya zêde 50 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Yewnanistanê ji ber germahiya zêde 50 kesan jiyana xwe ji dest da, her wiha Xaça Sor a Navneteweyî cenazeyên 26 kesan di maleke li Matî ya bakurê rojhilatê Atînayê dîtin.

Ji ber germahiya zêde 50 kesan jiyana xwe ji dest da
24 tîrmeh, 2018   12:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Xaça Sor a Navneteweyî hikumeta Yewnanistanê îro 26 cenaze li maleke li Matî ya bakurê rojhilatê Atînayê dîtin.

Serjimêra wan kesan duh hate girtin ku derdora 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn, her wiha hejmara miriyên ji ber germahiya zêde 50 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hate diyarkirin ku piraniya kuştiyan li herêma Matî ya ku 40 km li bakurê rojhilatê Atînayê dikeve. Li gorî agahiyên destpêkê ji 104 birîndar hene û di nava wan de 11 kes bi birînên giran in û her wiha 16 zarok jî birîndar bûne.