Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Girê Legê û bajarokên girêdayî wê bi merasîmekê sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Arîn Qamişlo re hate xwestin
24 tîrmeh, 2018   11:52

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê merasîma sersaxiyê ji bo şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Hacî (Arîn Qamişlo) ku di 22’yê Tîrmehê de di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû, li dar xist. Konê sersaxiyê li gundê Abrê yê bajarokê Çilaxa yê navçeya Girkê Legê hate vedan. 

Bi sedan şêniyên Til Koçer û Çilaxa bi hemû pêkhateyên xwe ve, her wiha bi dehan şervanên YPJ/YPG’ê û Hêzên Erka Xweparastin û Hêzên Asayîşê tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji aliyê yek ji fermandarên YPG`ê Mihyedîn Xêrkî, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Telet Yûnis, hevserokê navçeya Girkê Legê Cemîl Mihemed, endamê Meclisa Ciwanên PYD`ê ya navçeya Til Koçer ve axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Arîn re hate xwestin.

Her wiha hate destnîşankirin ku şervanên YPJ/YPG`ê li Rojava – Bakurê Sûriyeyê ji bo azadî û rizgarkirina şêniyan ji zilmê û kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê canê xwe feda dikin.

Di axaftinan de banga yekitiya gelê kurd hate kirin û hate destnîşankirin ku pêwîst e aliyên ku yekitiya li pêşiya yekitiya gelê kurd dibin asteng, vegerin ser rêya rast û xizmeta doza kurd bikin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Qehreman Mihemd ve hate xwendin û radestî malbata şehîd Arîn hate kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşman bi dawî bû.

(bx/ew)

ANHA