Şênî banga çandina daran dikin, şaredarî bê bersiv e

Şêniyên bajarê Hesekê bang li Şaredariya Gel a bajêr kir da ku daran li hemû taxên bajar biçînin. Şaredariyê jî heta niha tu bersiv nedaye.

Şênî banga çandina daran dikin, şaredarî bê bersiv e
24 tîrmeh, 2018   10:28

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê û derbasbûna komên çete li bajarên Sûriyeyê re komên çete binesaziya bajaran rûxand û dar qut kirin û şewitandin. Her wiha ji ber çavdêrî ji aliyê saziyan ve nîn e û ji ber tunebûna madeyên sotemeniyê ji bo şênî xwe pê germ bikin, dar qut dikirin.

Baxên bajarê Hesekê yên giştî hatin rûxandin û darên wê hatin qutkirin. Komên çekdar û çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajarê Hesekê bûn. Çeteyan dar qut kirin her wiha derxistin dewletên din mîna Tirkiyeyê û di şerê xwe de jî bi kar dianîn.

Şêniyên bajarê Hesekê bang li aliyên peywendîdar kir da ku daran li hemû herêmên ku dar lê têne çandin, biçîne.

Welatiyê bi navê Zêr El-Dîn Ehmed yek ji şêniyên taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ye. Banga çandina daran kir. Ji ber ku dar sembola şaristanî û paqijiyê ye û nexweşiyan kêm dike.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Azad Ebdo ji taxa El-Miftî ya bajarê Hesekê ye got ew bi hêvî ye ku dar li bajêr werin çandin ji ber ku bajarê wan bûye mîna çolistanê û gelek pêlên tozê bi ser wan ve tê, ji ber ku dar kêm in.

Welatiyan diyar kir ku heta niha şaredariyê tu bersiv girêdayî mijarê nedaye wan. Ajansa me der barê vê mijarê de pirsek ji berpirsên şaredariyê kir lê wan bersiv neda û got ku tu kes di beşa ekolojî û baxan de tune ye.

(bx/ew)

ANHA