Li Yermûkê topbaran didome, koçberên Deraa li ser rêya Idlibê ne

Hêzên rêjîma Sûriyeyê bombebarana li ser herêma Gola Yermûk a rojavayê Deraayê didomînin.  Di heman demê de di navbera hêzên rêjîmê û komên girêdayî DAIŞ`ê de şer didome. Li aliyê din jî kerwanên kesên ji Deraayê têne derxistin, li ser rêya Idlibê ne.

Li Yermûkê topbaran didome, koçberên Deraa li ser rêya Idlibê ne
24 tîrmeh, 2018   10:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku balafirên leşkerî yên Rûsyayê li asîmanê Hewid Yermûk a rojavayê Deraa digerin û bê navber herêmê bombebaran dikin. Êrîşa navborî êvara Sêşemê dest pê kir û hîn jî didome.

Balafirên şer ên Rûsyayê hê jî li herêmê digerin. Hate zanîn ku balafirên Rûsyayê li dijî bajarokên Sehil Cewlan, Tesîl, Eyn Zekir, Hêt û hin bajarokên din ên di bin destê çeteyên de, 80 êrîşên ezmanî pêk anîn.

Di heman demê de li derdora bajarokê Muhît û hin aliyê Yermûk di navbera hêzên rêjîm û çeteyên "Artêşa Xalid bîn El-Welîd" a girêdayî DAIŞ'ê de şer didome. Di heman demê de li herêma Seyda ya Colanê, Til Cimûi û Celîn hîn jî şer bi dijwarî didome.

Li aliyê din jî karwanê welatiyên ji Deraayê ve ber bi Idlibê ve têne koçberkirin, gihaştin deriyê Mork ê di navbera Hema û Idlibê de. Deriyê Mork di navbera hêrêmên rêjîma Sûriyeyê û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên li Idlibê de ye. Koçerên li deriyê Mork sekinîne ji 24 otobusên ku 900 kes rakirine, pêk tê. Karwanê behsa mijarê duh ji bajarê Besra El-Şam a başûrê Deraayê kete rê û îro gihaştine deriyê Mork.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê bi armanca ku xwe bigihîne deriyê sînor ê di navbera Urdin û Îsraîlê de êrîşên xwe pêk anîn, Rûsya jî bi heman armancê gelek itîfaq bi çekdarên opozîsyonê re li dar xistin. Ev jî bû sedema pêşketina lezgîn a hêzên rêjîmê.

Rêjîma Sûriyeyê li bajarokê Cebat El-Xeşeb ê li nêzî herêmên "bêşer" ên Golanê dest bi rêbazeke nû ya danûstandina bi çekdaran re kir. 

(ekîb)