Sererastkirina pira kevn ji welatiyên Reqayê re bû mizgînî

Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo ku çûn û hatinê hêsantir dike, pirên kevn ên li bakur û başûrê bajar ên li ser çemê Firatê bi hev du ve dide girêdan û dest bi xebatên sererastkirinê kir.

Sererastkirina pira kevn ji welatiyên Reqayê re bû mizgînî
23 tîrmeh, 2018   08:55

XALID EL-CUMA / REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê ji 5'ê Tîrmehê ve dest bi çêkirin û sererastkirina pirên kevn kir. Xebatên sererastkirinê didomin.

Xebatên sererastkirina pirê ji du beşan pêk tê, ya yekemîn çêkirina pireke ji çîmentoyê, pêvajoya duyemîn jî avakirina pireke hesinî ye. Xebatên avakirinê niha di pêvajoya yekemîn de ne.

Yek ji berpirsên sererastkirina pira kevn Ebd El-Rehman El-Hesen wiha got: "Em rojane xebata sererastkirinê dikin û hemû alavên sererastkirinê di destê me de hene û karê me berdewam e. Em niha bingeha pirê çêdikin û bi derfetên kêm jî em pira hesinî çêdikin.ʺ

Pira kevn ji bo welatiyên bajarê Reqayê û gundewarên wê û taybet aliyê wê yê bakur û başûr (gundên Kesrat û Şamiyê) girîngiyeke xwe heye. Şênî ji bo debara xwe di ser vê pirê re diçin û tên. Sererastkirina pirê li gel şêniyên Reqayê bû cihê kêfxweşî û şanaziyê.

(ekîb)

ANHA