Erdheja li Rojhilatê Kurdistanê;300 kes birîndar bûn

Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, roja Yekşemê bi şîdeta 5.9 pileyî erd hejiya û nêzî 300 kes birîndar bûn.

Erdheja li Rojhilatê Kurdistanê;300 kes birîndar bûn
23 tîrmeh, 2018   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Kirmaşanê Hûseng Bazvand got, ji ber erdhejê herî kêm 287 kes birîndar bûne. Bazvand diyar kir ku tedawiya piraniya birîndaran qediya ye û ji nexweşxaneyan derketine.

Erdheja ku li Taze Abadê rû da, li bajarê Garb ê Îslamabadê û Sarpolê Zahab û li hin gundên eyaletê bû sedema xisarê. Li gorî rayedaran li 43 gund û 101 wargehan xisareke giran rû daye.

Mijdara 2017'an li eyaleta Kirmaşanê bi şîdeta 7.3 pileyî erd hejiya bû û 620 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 12 hezar kes birîndar bûbûn. Li Başûrê Kurdistanê jî 8 kes miribûn.

Beriya erdheja roja Yekşemê ya li Kirmaşanê, li bajarê Roydar ê eyalta Hurmuzganê bi şîdeta 5.7 pileyî erd hejiya bû.