Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin

Di pêşangeha pirtûkan a Qamişloyê de 25 wêneyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin. Endamê ragihandina Hêzên Asayîşê Xwînrêj Temê diyar kir ku armanca wan ew e  ku bi rêya wêneyan jiyan û karên endamên Hêzên Asayîşê pêşkêşî gel bikin.

Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin
Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin
Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin
Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin
Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin
23 tîrmeh, 2018   09:45

QAMIŞLO

Îro di pêşangeha pirtûkan a bi navê Şehîd Herekaol de 25 wenêyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin. Naveroka wêneyên Asayîşê li ser perwerde, xizmet û jiyana endamên Asayîşê ye. Her wiha wêneyên endamên Hêzên Asayîşa Teybet (HAT) û Hawarî jî cih girt.

Endamê ragihandina Hêzên Asayîşê Xwînrêj Temê li ser wêneyên Hêzên Asayîşê got ku armanca wan ew e ku bi rêya wêneyan jiyana endamên xwe nîşanî gel bikin û wiha pê da çû: “Hêzên Asayîşê di nava gel de xebatên ewlehiyê dikin. Armanca me bi rêya wêneyan jiyan û karên endamên Hêzên Asayîşê pêşkêşî gel bikin.”

Endamên Hêzên Asayîşê yên bajarê Qamişlo serdana pêşangeha pirtûkan kir. Hêjayî gotinê ye ku sala borî 30 wêneyên Asayîşê hatibûn pêşkêşkirin.

Tê payîn ku di pêşangeha pirtûkan de îro danê êvarê nivîskar Ronak Mûrad li ser mijara ‘Di wêjeya şoreşgerî de jin’ semînerekê bide.

ANHA