Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 

Navenda tenduristiyê ya ji bo dermankirina birîndarên şer hate vekirin, bû nexweşxanyeke ku bi hezaran nexweşên Helebê derman dike.

Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
Navenda tenduristiyê niha bû nexweşxane 
23 tîrmeh, 2018   08:08

MIHEMED EBDO / HELEB

Navendeke tenduristiyê ku ji bo dermankirina birîndarên şer li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vekirin, niha bû Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer ku bi hezaran nexweşên bajarê Helebê derman dike.

Di vê çarçoveyê de, ji ber pêwîstiyan rêveberiya nexweşxaneyê beşên nexweşxaneyê berfireh kirin, her wiha kadroyên wê jî zêde kirin. Beşên ku hatin vekirin wiha ne: Çerm, guh, zarok, mîzê, hestî, çav, nexweşiyên hundirîn, dil, jin, demar, radyolojî.

Di nexweşxaneyê de 4 jê dilxwaz 34 bijîşkên pispor, her wiha 82 berdestên bijîşkan û xebatkar tê de kar dikin.

Li gorî rêveberên nexweşxaneyê, rojane 100 nexweş ji bilî nexweşên diranan û nexweşên jin, serdana nexweşxaneyê dikin. Nexweşên diran û nexweşên jin jî rojane 50 nexweş têne nexweşxaneyê.

Tevî hewldanên rêveberên nexweşxaneyê ji bo xizmetên gel, lê ji ber astengî û kêmderfetan di aliyê alavên teduristî de, li pêşiya karê wan hinekî dibe asteng.

Ji rêveberên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer, Welat Memo tekez kir ku tenê Heyva Sor a Kurd û hinek welatparêzên ji derve destekê didin wan.

Memo da zanîn ku ew amade ne cureyên hemû emeliyatan ji bilî hinek emeliyatan ew jî ji ber nebûna alavên tenduristî, bikin. Memo bi bîr xist ku li ber rewşên hinek nexweşan, wan 25 ode ji bo wan hazir kirin û nexweş bi rojan dikarin li wir bimînin.

Ji aliyekî din ve jî, nexweşxane rewşa aborî ya herêmê jî di ber çavan re derbas dike û li gorî derfetên xwe ji welatiyan re dibe alîkar.

Welat Memo di dawiya axaftina xwe de, got ew amade ne şev û roj xizmeta şêniyan bikin.

(kc/ew)

ANHA