Di pêşangahê de rihê pênûsa nivîskarên Efrînê

Berhemên nivîskar û rewşenbîrên Efrînê, di nav pêşangeha pirtûkan de li ser maseya Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê hatin danîn û xwendevan bi baldarî û têkildariyeke zêde nêzî berheman bûn.

Di pêşangahê de rihê pênûsa nivîskarên Efrînê
23 tîrmeh, 2018   08:04

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Duyemîn pêşangeha pirtûkan a bi navê şehîd Herekol li bajarê Qamişlo li Hola Zana de bi bernameyên nû dê berdewam dike.

Di nava pêşangeha pirtûkan de gelek sazî û weşanxanê wekî Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Weşanxaneya Tekwînê, Desteya Çand û Hunerê, kovara Sormayê, Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê, Yekitiya Rewşanbirên Kobanê, Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê, Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, Weşanxaneya Zamanê, Pirtûkxaneya Rebêr Abdullah Ocalan “Neteweya Demokratîk”, Pirtûkxaneya Manîsa, Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, Salih Heydo, Saziya Şopdarên Rojê, Nivîskarên Din, Komeleya Çandî ya Suryaniyan,Weşanxaneya Şilêrê, HRRK, Akademiya Civaka Demokratîk di pêşangehe de cih digrin. Di nava pêşangehê de pirtûkên zimanê kurdî, erebî, suryanî û tirkî hatin pêşkêşkirin.

Di nava pêşangeha pirtûkan de bala me maseya Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê dikişîne. Wekî ku tê zanîn li bajarê Efrînê dewleta tirk a dagirker bi hemû şêwazên qirêjî êrîşên xwe li ser gel dide meşandin. Berxwedana gelê Efrînê li herêma Şehbayê didome.

Ji ber rewşên heyî nivîskarên Efrînê di nava pêşangeha pirtûkan de cih negirt. Lê maseya nivîskarên Efrînê vala nema û rihê berhemên wan gihaşte xwendevanan.  

Di nav berheman de; roman, helbest, lêkolîn, ziman, ferheng hene. Ew berhem bi zimanê kurdî û erebî hatina nivîsandin.

Hejayî bibîrxistinê ye ku ew cara yekem e ku di nava pêşangehê de maseya Efrînê cihê xwe digire. Nivîskar û rewşenbîrên maseya Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê li Şehba û Efrînê de dijîn. Ji ber ku derfetên hatina wan nebû, mixabin tev li pêşangehê nebûn.

Cihê nivîskarên Efrînê di pêşangehê de xuya dike

Endamê Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê Nerîman Evdikê li ser maseya Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê disekine. Evdikê anî ziman ku xwedîderketina maseya Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê xwedîderketina pênûsa Efrînê ye û wiha pê da çû: “Me xwest maseya berhemên nivîskarên Efrînê vala nemîne û cihên wan jî di nav pêşangeha pirtûkan de were xuyakirin.”

Nerîman Evdikê diyar kir ku hin nivîskar li Şehbayê, hin jî di nava Efrînê de ne û wiha got: “Nivîskar Merwan Berekat hin jî li gunde Efrîn ye û ji bajarê xwe dernakeve. Merwan Berekat nehat lê pirtûkên wî gihaştin xwendavanan.”

Xwendevan bi baldarî nêzî maseya Efrînê dibin

Nerîman Evdikê nêzîkatiya xwendevanan ji maseya Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê re got ku xwendevan bi keyfxweşî nêzî maseya Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê dibe û wiha berdewam kir: “Xwendevan dema ku nivîsa li ser pankartê dibînin yekemîn ‘Tu ji Efrîne ye’ pirs dikin. Xwendevan nirxê pênûsa nivîskarên Efrînê xwedî derdikevin. Em dikarin bêjin ku di nava pêşangeha pirtûkan de herî zêde xwendevan bi maseya Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê bandor dibin.”

Şer di navbera xwendevan û nivîskaran de nebû asteng

Evdikê anî ziman ku  li dijî hemû êrîşan pênûsa Efrînê li ber xwe da û nivîskaran berhemên xwe  bi rê kirin û wiha axivî: “Pirtûkên nivîskarên Efrînê û şopandina maseya wan  hêz û morala min gêş dike. Şerê Efrînê û astengiyên heyî di navbera pêşangeh û nivîskarên Efrînê de nebû asteng. Rihê berhemên nivîskarên Efrînê gihaşte xwendevanan.”   

Nerîman Evdikê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Efrîn her tim di dilê me de ye. Heya ku nivîskar nehatibin lê rihê wan di pêşangeha pirtûkan de cihê xwe girtiye. Li ser maseya wan rihê Efrînê diyar e, em jî xwedî li wî rihî derdikevin. Ew jî tê wateya ku xwedî li Efrînê derketine.  Hêvîdarin ku sala were maseya wan firehtir bê û nivîskarên Efrînê bi xwe li ser mase bisekinin.”

ANHA