Aloziya li avahiya walîtiya Hewlêrê didome

Kesên nenas ên bi çek, danê vê sibehê êrîş birin ser avahiya Walîtiya Hewlêrê. Hate ragihandin ku yek ji êrîşkaran bombeyên li xwe pêçandibû teqandiye.

Aloziya li avahiya walîtiya Hewlêrê didome
23 tîrmeh, 2018   08:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariyê ragihandin, ji êrîşkarên ketin hundirê avahiya walîtiyê, yekî xwe teqandiye.

Ji bo girtina êrîşkarên li qadê sêyemîn ê avahiya Walîtiyê, hêzên ewlekariyê ketine qatên yekemîn û duyemîn.

Dengê çekan ji avahiya Walîtiyê tê.