Mîhrecana Girê Spî bi pêşkêşkirina spasnameyan bi dawî bû

Saziyên ku li ser serxistina Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan sekinîn û endamên ragihandina azad ku çalakî şopandin, hatin xelatkirin.

Mîhrecana Girê Spî bi pêşkêşkirina spasnameyan bi dawî bû
Mîhrecana Girê Spî bi pêşkêşkirina spasnameyan bi dawî bû
Mîhrecana Girê Spî bi pêşkêşkirina spasnameyan bi dawî bû
Mîhrecana Girê Spî bi pêşkêşkirina spasnameyan bi dawî bû
Mîhrecana Girê Spî bi pêşkêşkirina spasnameyan bi dawî bû
Mîhrecana Girê Spî bi pêşkêşkirina spasnameyan bi dawî bû
22 tîrmeh, 2018   19:35

GIRÊ SPÎ

Duyemîn Mîrhecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan ku li bajaroka Eyn Erûs tê lidarxistin, di roja duyemîn bi pêşkêşkirina spasnameyan de bi dawî bû.

Di çalakiyên îro de, xwarinên gelerî yên gelên kantonê hatin pêşkêşkirin.

Paşê, koma şano ya Dewha ya taybet bi çanda koçeran şanoyek pêşkêş kir. Pêkhateyê Kurd jî bi tevlêbûna bi dehan jinan dawetek ku îşaret bi çanda daweta li gel kurdan dike, pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de, maçeteke fotbulê di navbera Tîma Wehda û Tîma Eyn Erûs de hate birêxistinkirin. Di lîstikê de Tîma Wehda bi du nuqteyan bi ser ket.

Di dawiya mîhrecanê de, Komîteya Amadekar , spasname û xelat pêşkêşî saziyên ku mîrhrecan bi rêxistin kirin, her wiha endamên Yekîtiya Ragihandina Azad ku çalakî şopandin, kirin.

(bb)

ANHA