Cenazayê Ramî Davîd Zeya li Tirbespiyê hate oxirkirin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazayê endamê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Ramî Zeya Davîd (Karlos) li mezara Horî ya bakurrojhilatê navçeyê oxir kirin.

Cenazayê Ramî Davîd Zeya li Tirbespiyê hate oxirkirin
Cenazayê Ramî Davîd Zeya li Tirbespiyê hate oxirkirin
Cenazayê Ramî Davîd Zeya li Tirbespiyê hate oxirkirin
Cenazayê Ramî Davîd Zeya li Tirbespiyê hate oxirkirin
Cenazayê Ramî Davîd Zeya li Tirbespiyê hate oxirkirin
Cenazayê Ramî Davîd Zeya li Tirbespiyê hate oxirkirin
Cenazayê Ramî Davîd Zeya li Tirbespiyê hate oxirkirin
Cenazayê Ramî Davîd Zeya li Tirbespiyê hate oxirkirin
22 tîrmeh, 2018   18:33

QAMIŞLO

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Ramî Zeya Davîd (Karlos) dema erka xwe pêk di anî di encama qezaya trafîkî de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo tevlî merasîma olî li Dêra Orthodox a navçeyê pêk hat bûn. Paşê jî berê xwe dane goristana Hor a dikeve bakurrojhilatê navçeyê.

Li goristanê jî turaneke leşkerî ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Suryanî ve hate lidarxistin.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Hanî Zalîn, Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo û Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û tevlêbûna malbata ya ji Meclisa Malbatên Şehîdan pîroz kir.

Di axaftinan de, bal hate kişandin li ser hevgirtina gelên Bakurê Sûriyê li dijî pilanên dijber û soza pêkanîna xeyalên şehîdan hate kirin.

Hevalên şehîd cenaze hilgirtin û bi dirûşmeya spartin axê.

ANHA