ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-07-2018
19 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Foruma Danûstaninên Sûrî Sûrî ku li navçeya Eyn Îsayê tê lidarxistin, dê di roja duyemîn de berdewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD'ê ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê bi şêniyên Reqayê re dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê bi armanca nîqaşkirina rewşa xizmetguzariyê meclîs û komînên herêma El-Kerama re dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li kampên Serdem û Berxwedan bi du şahiyan salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê dê were pîrozkirin. Saet 18:00. Bi heman armancê TEV-DEM'ê li qada nexweşxaneya Xalid Fecir a taxa Şêxmeqsûd a Helebê şahiyekî lidar dixe. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bajarê Kobanê li Qada Şehîd Egît bi munasebeta salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyeke mezin tê lidarxistin. Saet 19:00. Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido jî bi heman munasebetê li du dibistanên bajêr pêşengeheke wênesaziyê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Têkilyên Doplomasî ya TEV-DEM'ê têkildarî geşedanên dawî civîneke çapemeniyê li avahiya Têkiliyên Giştî ya li bajarê Qamişlo lidar dixe. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, ji bo şervanê YPG'ê Çekjîn Tirbespiyê (Diyar Mehmûd) yê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bubû merasîmê xiyabî li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur tê lidarxistin. Saet 10:00 tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Kobanê ku çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê beriya 6 salan lê hate vêxistin girêdana dema niha bi mîrasê berê û dîroka têkoşînê ve diyar dibe. Bajarê Keleha Berxwedanê li hemberî rêjîma Baas serî rakir û riya azadî nîşanî tevahî gelê Sûriyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyê (A. Y) bi zehmetî xwe ji kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê xelas kir û xwe gihandin kantona Şehbayê, niha gundê Mera Mislimiyê dimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Selwa Ecac anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina qanûnên navdewletî ye û bang ku hiqûqnas û siyasetmendarên cîhanê kir ku li hemberê tecrîdê bibin xwedî helwest û sînoreke ji kiryarên dewleta Tirk re deyne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Fîras Qesas  anî ziman ku derbasbûna Tirkiyê ya li bajarê Idlibê diyar dike ku wê operasyoneke nû ji aliyê rêjîm û Rûsiyê ve destpê bike û tekez kirk u Rûsiya û rêjîm dê komkujiyan derheqê sivîlan de pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Heyeta Opozisyona Hinidîrn a danûstandinên Cinêvê Leyan Mesed got, "Encumena niştimanî ya koalîsyona tuneye. Yê ku pala xwe bide derve em diyalogan bi wan re nakin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kongreya Star a Navçeya Til Rifet a Kantona Şehayê dikarî di nava 4 mehan de, pergaleke nû ya rêxistinbûyînê saz bike û 60 pirsgirêkên jinana çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Heyva Sor a Kurd a Herêma Şehbayê bi derfetên kêm 6 hezar û 807 nexweşî derman bike. Rêveberiya Heyva Sor banga şandina alîkariyan li rêxistinên mirovî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA