Qesas: Derbasbûna Tirkiyê ji Idlibê nîşana operasyoneke leşkerî dide

Fîras Qesas anî ziman ku derbasbûna Tirkiyê ya ji bajarê Idlibê nîşana operasyoneke leşkerî ji rêjîmê û Rûs ve dide û destnîşan kir ku Rûsiya û rêjîma Sûriyê dê li Idlibê komkujiyan derheqê sivîlan de pêk bînin.

Qesas: Derbasbûna Tirkiyê ji Idlibê nîşana operasyoneke leşkerî dide
19 tîrmeh, 2018   04:20

TEBQA

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk Fîraq Qesas ku ji Idlibê ye bûyerên dawî yên li Idlibê diqewimin, bi taybet piştî gefên rêjîmê û Rûsiyê û derbasbûna Tirkiyê ji ajansa me re axivî.

Qesas got, "Rewş li Idlibê pir giran e, zehmete ku keseke karibe qala sînaroyek an jî xetekê ku li Idlibê rû dide, bike. Ji ber ku tu kes nikare rewşa li Idlibê şîrove bike. Li Idlibê rojane bûyerên nû diqewimin, çi siyasî be, çi jî leşkerî be, ji ber gelek teref destwerdanê di karûbarên wê de dike û aliyên terorîst jî herêmê radestî hev din dikin."

Fîras Qesas destnîşan kir ku piraniya girûpên terorîst ên ku di şerê li hemberî rêjîmê binket li Idilbê ne û wiha domand, "Sînaryoya nû, ew e ku êrîşeke mezin muhtemel ji aliyê Rûs û rêjîmê ve li ser bajarê were kirin. Heger pêk hat dîsa jî wê sivîl fatoriya êrîşê bidin. Rûsya di şer de pispor e, dizae ku dê çawa bi serkeve, hemû komên terorîst li bajarê Idlibê kom kiriye, da ku wir derbeyeke li wan bide, siyaseta Rûsiyê  ev e."

Qesas li ser nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê ava kiriye wiha got, "Ev yek diyar dike ku di navbera Rûsiya û Tirkiyê de lihevkirin heye, mîna ku li ser Efrînê pêk hat. Her du ser werîsekî dilîzin. Dîsa jî lihevkirina Rûs û Tirkan li ser Idlibê tu aliyên wê yên erênî tuneye, berevajî wê dê bandoreke neyînin bi xwe bîne."

Qîras Qesas di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir hebûna Tirkiyê li Idlibê nîşan dide ku operasyoneke leşkerî mezin ji aliyê Rûs û rêjîmê ve dê were kirin mîna sînaroyên ku li herêmên din ên Sûriyê hate kirin e û wiha bi lêv kir, "Terorîst dijminên gelê Sûriyê, metirsî li ser jiyana sivîlên li Idlibê heye. Em bi hêvî ne ku terora li Idlibê bi dawî bibe û bi girantiya navdewletî herêm were parastin."

Qesas her wiha anî ziman ku tu kes nizane ka wê çarenûsa Idlibê çawa bibe û wiha domand, "Lê mijara sivîlên li Idlibê bi girêke, ji ber ku Rêjîm û Rûsiya ne wekî QSD'ê ne sivîlan li pêşiya xwe nabînin, mumkine ku Rûsiya û rêjîm bajarê Idlibê bi temamî bişewitîne, ji ber ku mijara sivîlan ji bo wan ne girîng e."

Têkildarî derbasbûna dewleta Tirk sînorê Idlibê Fîras Qesas destnîşan kir ku derbasbûna Tirkiyê bi erêkirina Rûsiya pêk hat, mînka vê yekê jî Efrîn derket pêş.Tirkiyê dizane ku dê çarenûsa wê çi be heger ku ji xeta Rûsiya derkeve, lewra Tirkiyê bi îtîfaqan derbasî bajarê Idlibê bû.

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk Fîras Qesas wiha dawî li axaftina xwe anî, "Hemû girûpên çekdar ên li Idlibê, terorîst in, dijminên gelê Sûriyeyê, ne bi demokrasî ne jî çareseriya aşîtiyane bawer dikin."

(bb)

ANHA