Amadekeraiyên 2'emîn fêstîvala Çand û Hunerê tê kirin

Meclîsa Kantona Girê Spî piştî çend rojan bi armanca pêşxistina xebatên çandî, hunerî û gelêrî ya Kantonê, amadekariya lidarxistina Fêstîvala 2'emîn a Çand û Hunerê ya bajêr dike. Di festival de dê rêze çalakiyên gelêrî, çandî û werzîşî yên cur bi cur werin lidarxistin.

Amadekeraiyên 2'emîn fêstîvala Çand û Hunerê tê kirin
Amadekeraiyên 2'emîn fêstîvala Çand û Hunerê tê kirin
Amadekeraiyên 2'emîn fêstîvala Çand û Hunerê tê kirin
Amadekeraiyên 2'emîn fêstîvala Çand û Hunerê tê kirin
Amadekeraiyên 2'emîn fêstîvala Çand û Hunerê tê kirin
Amadekeraiyên 2'emîn fêstîvala Çand û Hunerê tê kirin
Amadekeraiyên 2'emîn fêstîvala Çand û Hunerê tê kirin
17 tîrmeh, 2018   05:36

MEID SELÛM - GULÎSTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Meclîsa Kantona Girê Spî û navenda Çand û Hunerê ya Girê Spî amadekariya duyenîm Fêstîvala çand û hunerê tê kirin.

Di fêstîvala îsal de, rêze çalakiyên gelêrî, çandî û werzîşê weke pêşbirkên Hespên Resen û Hêştiran, pêşengeha xwarinên gelêrî yên hemû pêkhateyan, şevbuhêrkên helbestan û stranan, pêşbaziyên fitbolê, pîngpong, Şetranc, pêşbirkên piskilêtan û mertona bezê dê pêk werin.

Tê payîn ku çalakiyên Fêstîvala Çand û Hunerê a Girê Spî di 20 û 21'ê Tîrmehê de were lidarxistin. Ji ber pêwîstiya ewlehiyê cihê li darxistina Fêstîvalê nehatiye diyarkirin.

Hemû pêkhateyên Kantonê yên ereb, kurd, ermen ku ji navçe û bajarokê Silûkê, Eyn Îsa, Hemam Tirkman û bajarê Girê Spî dê beşdarî Fêstîvalê bibin.

Erkên Komîteya Ciwanan

Komîteya Ciwanan çavdêriya çalakiyên Werzîşê yên van çalakiyan dike

Pêşbaziyên 12 tîmên ji Girê Spî, Eyn Îsa, Hemam Tirkman û Silûkê.

Pêşbirkên piskilêtan bi tevlîbûna 20 pêşbirkvan.

 Setranc bi tevlîbûna 20pêşbirkvan.

Pîngpong û volîbal bi başdarbûna 6 tîman.

Meraton bi tevlîbûna 22 bezokan tê de jin jî hene û her wiha pêşbirka Hespên Resen.

Erkên Komîteya Çand û Hunerê

Hemû xebatên li darxistina şevbuhêrkên helbestan û stranan û govenda gelêrî, pêşengehên cilên gelêrî yên hemû pêhateyan (Kurd, Ereb û Ermen) dişopîne.

Amadekirina xwarinên gelêrî yên hemû pêkhateyan(Kurd, Ereb û Ermen).

Endamê rêveber a Komîteya Mihemed Qadir got ku ew bê navber ji bo bi serxistina Fêstîvalê xebatan dimeşînin

Bi boneya salvegra 6'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku ji bajarê Kobanê destpê kiribû û belavî hemû bajarên Bakurê Sriyê bûn û ji rêjîma Baas rizgar bûn, tê li darxistin.

(şx)

ANHA