ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2018
17 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê ya Efrînê em ê şoreşa jin veguherînin şoreşa civakê" Sêyemîn Konfransa Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd a Helebê destpê dike. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Ragihandina Azad rojnamevan Mustefa Mihemed di salvegera şehadeta wê ya duyemîn de bi bîr tîne. Merasîmê bîranînê li goristana Şehîd Dicle tê lidarxistin. Saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Kobanê bi wesîleya Şoreşa 19'ê Tîrmehê çalakiyên cuda têne organîzekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi çalakiyekê şehîdên Komkujiya Pirsûsê bi bîr tînin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Avakirina El-Mensûra ji bo paqijkirina herêma El-Kesrat hemleya paqijkirinê destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê Mala Jinê li taxa Teyar vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê li dijî nexweşiya sorikê kampanyayê aşlekirinê destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koma Şanoyê ya Hêviyekda ku ji Wargeha Mexmûr hatiye li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan şanoya xwe ya bi navê "Lêgerîna Heqîqetê" pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Koçberên Kampa El-Erîşê ya başûrê bajarê Hesekê zehmetiyên kêmbûna xwarin û vexwarinê dikişînin. Rexmî ku gelek caran bang kirine jî, heya niha bersiva banga wan nehatiye dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mustefa Mihemed Hemîd ku di nava civakê de bi navê "Şêx Misto" tê naskirin 127 salî ye, şahidiya gelê bûreyan girêdayî hovîtiya dewleta Osmanî kiriyê. Şêx Misto tevlî temenê xwe yê mezin hîna gelek tişt di bîra wê de mane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi hezaran domin zeviyên çandiniyê yê navçeya Eyn Îsayê ji ber rawestandina popma avê ya sereke ya navçeyê bê av mane. Ev yek bû sedem ku rêjiya berhemên çandiyê li herêmê kêm bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a bajaroka El-Hews a gundewkarên Reqayê tevî nû hatiye damezirandin jî, lê dikarî gelek pirsgirêkan çareser bike, av û ceyan gihand gelek malan, her wiha ji bo komkirina copê ciheke dûrî avahiyan veqetandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Çend rojên din li Kantoan Girê Spî duyemîn mîhrîcana "Çand û Hunerê" ku ji aliyê meclîsa kantonê ve hatiye organîzekirin, destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber rewşa hawayî ya ne baş kurm di nava zeviyên pembo de belav bûne û ziyanên mezin bi rêjiya ji sedî 50 gihandiye zevî. Fikarên cotkaran jî heye ku berhem bi temamî telif bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku çirûska wê di sala 2012'an de li Kobanê hatiye vêxistin, destkeftiyên mezin ber bi civakeke demokratîk ve bi dest xwe ve anîn û sîstemeke demokratîk ava kir û karibû herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê biparêze û îspat kir ku jiyana hevbeş bingeha çareseriya aloziya Sûriyeyê ye û bêyî hevgirtinê çareserî di Sûriyeyê de pêk nayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên navçeya Eyn Îsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku gelên azadîxwaz ta azadiya Ocalan wê xeta têkoşînê bidomîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA