Rêxistinên mirovî beranberî koçberan erka xwe pêk naynin

Azarên koçberên Kampa El-Erîşe ya dikeve başûrê bajarê Hesekê, ji ber kêmbûna madeyên xwarinê û ava vexwarinê hîn jî didome. Tevî gilî û gazinan jî rêxistinên mirovî daxwazên koçberan paşguh dikin.

Rêxistinên mirovî beranberî koçberan erka xwe pêk naynin
Rêxistinên mirovî beranberî koçberan erka xwe pêk naynin
Rêxistinên mirovî beranberî koçberan erka xwe pêk naynin
17 tîrmeh, 2018   06:34

ŞEFÎQ HESEN - OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Azarên koçberên ku ji ber zilm û binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê û rêjîma Sûriyeyê reviyane û li Kampa El-Erîşê ya başûrê Hesekê bi cih bûne, zêde dibe. Madeyên xwarinê û pêdiviyên malan, her wiha ava vexwarinê kêm e. Her wiha konên wan telef dibin. Koçberên kampê ji ber ku guh nedane daxwazên wan, rêxistinên mirovî rexne kirin.

Koçberên kampê bi rêya ANHA'yê nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Koçbera bi navê Selwa Hesûn wiha got: "Tu kes ji me re nabe alîkar, rêxistinên mirovî bi erkên xwe ranabin. Piştî mirina hevjînê min ez û 3 zarokên xwe bi tenê man. Yek ji zarokên min di çavên xwe de nexweş e û pêwîstiya wî bi dermankirinê heye, lê tu rêxistin alîkariya me nake."

Selwa diyar kir ku konên wan tenê ji bo 3 mehan tên bikaranîn, lê ev bû 10 meh ew tê de dijîn. Niha gelekî telef bûne û wan ji germahiya zêde naparêze.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mûnîr Hisên ku ji şêniyên Dêrazorê e û bavê zarokekî astengdar e, lê rêxistinên kampê alîkariya wî nakin û wiha got: "Em ji ber kêmbûna madeyên xwarinê, ava vexwarinê û ji ber lawazbûna kadroya tenduristiyê û kêmbûna dermanan di nav kampê de gelek azaran dikişînin û her çi qas pakêtên alîkariyê belav dikin lê ew têra pêwîstiyên me nakin."

Li ser wê koçberên kampê bang li rêxistinên alîkariyê û yên mirovî kir ku bi erkên xwe rabin û ji bo vegera koçberan ji warên xwe re alîkariya wan bikin.

(şx/ew)

ANHA