′Kilîta çareseriya aloziya Sûriyê biratiya gelan e'

Mediya Mihemed got ku çareseriya aloziya Rojhilata Navîn û Sûriyê bi taybet biratiya gelan e.

′Kilîta çareseriya aloziya Sûriyê biratiya gelan e'
16 tîrmeh, 2018   13:45

QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo bi armanca nirxandina rewşa dawî li herêmê civînek lidar xist. Şêniyên navçeyê, şêx û rûspiyên herêmê her wiha endamên meclîsa bajarokan beşdarî civînê  bûn.

Civîn li navedna Çand û Huner a navçeyê hate lidarxistin. Di civînê de yek ji rêveberên TEV-DEM`ê Mediya Mihemed li ser rewşa siyasî li Sûriyê axivî. Mediya diyar kir ku şer mezhebî li herêmê pêk tê û her kes ji bo berjewndiyên xwe şer dike û ew hêzan tevlîheviyê di nava pêkhateyên herêmê de çêdikin.

Mediya tekez kir ku ji beriya 5 hezar  sal gelê herêmê li ser esasê mezhebî û ol şerê hev dikin û ev tişt anî ziman,"Gelê Kurd û gelê Bakurê Sûriyê hemû pirsgirêkên mezhebî, şofînî û netewî bi bin xistin. Li şûna wan biratiya gelan di nava hemû pêkhateyên herêmê de ava kir."

Mediya di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji dagirkriya Efrînê ew e ku projeya netewa demokratîk têk bibe û tevlîheviyê di navbera gelê herêmê de çêbike û wiha bilêv kir,"Nikarîbûn armancên xwe pêk bînin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hember komkujiyên siyasî li Efrînê sekenî. Berxwedan li Efrînê didome. Vekişandina gelê me ji Efrînê tenê ji bo parastina sivîlan bû."

Mediya li ser siyaseta gelê Bakurê Sûriyê wiha axivî,"Siyaseta me ku em hevgirtina gelê Sûriyê û bi taybet gelê Kurd ji nûve ava bikin. Pêwîste gelê Bakurê Sûriyê û Sûriyê bi giştî Idlib, Efrîn, Cerablus û Ezazê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bikin."

Di dawiyê de Mediya got ku tekoşîna gelê Kurd ne tenê ji bo avakirina statuyeke Kurdî yan Erebî ye lê belê avakirina statuyekê ku di nava xwe de hemû pêkhateyan digre nava xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî,"Di Rojhilata Navîn de gelek dozên ji bo çareserkirinê hene lê kilîta wan demokratîk û biratiya gelan e."

Civîn bi pirs û bersivan bidawî bû.

(bx)

ANHA