Hêzên dagirker li Efrînê malên sivîlan dişewitînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navenda navçeya Mabata ya Efrînê agir berda malên sivîlan.

Hêzên dagirker li Efrînê malên sivîlan dişewitînin
16 tîrmeh, 2018   14:03

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku ji şêniyên navçeya Mabata ya Efrînê hatin girtin, dagirkeriya Tirkiyê û çeteyêbn wê saet di 16:00'an de agir berdan malên sivîlan.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku Hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê başûrê navçeyê ango ji Geliya Cafer ve agir berdan malên welatiyan. Çavkaniyan gotin ku zêdeyî 15 malên sivîlan şewitîn.

Derbarê windahiyên ruhî tu agahî nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA