Li Helsinkiyê hevdîtina serokê Rûsya û Amerîkayê

Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn û Serokê DYA'yê Trûmp, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê li hev rûniştin.

Li Helsinkiyê hevdîtina serokê Rûsya û Amerîkayê
16 tîrmeh, 2018   13:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA'yê Donald Trûmp li Qesra Serokkomariyê ya Fînlandiyayê li hev rûniştin.

Pûtîn û Trûmp beriya li hev rûnên daxuyaniyeke kurt dan çapemeniyê û li pêş kamerayan bi destê hev girtin. Trûmp got, "Bala cîhanê li vê derê ye. Ji bo hevdîtinê bêsebr im."

Pûtîn jî got, "Dem hatibû ku em li ser têkiliyên xwe û gelek meseleyên zehmet ên gelek neteweyên li cîhanê eleqedar dikin, biaxivin."

Tê payin ku Pûtîn û Trûmp piştî hevdîtinê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.