Rewşa koçberên Kampa Minbicê

Azarên koçberên bajarê Minbicê ji ber zêdebûna pileyên germahiyê azer û zehmetiyên koçberên kampa Minbicê zêdebûne. Koçberan bang li rêxistinên mirovî kirin ku da ku alîkariya wan di vê rewşa zehmet de bikin.

Rewşa koçberên Kampa Minbicê
Rewşa koçberên Kampa Minbicê
Rewşa koçberên Kampa Minbicê
Rewşa koçberên Kampa Minbicê
Rewşa koçberên Kampa Minbicê
Rewşa koçberên Kampa Minbicê
16 tîrmeh, 2018   06:45

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Li kampa Minbicê ya ku dikeve gundê Resim El-Exder a dikeve deh kîlometreyan li başûrî Minbicê 780 malbatên ku ji ber hovîtiya çekdaran û hêzên rêjîmê reviyane hatine bicihkirin.  Malbat ên koçber ji koçberan 5 hezar û 250 kesan pêk tên. Piraniya wan ji bajarokên Meskene, El-Xefse û El-Mehdûm û gundewarên Dêr Hafir yê ku dikeve başûrê Minbicê ne.

Bi bilindbûna pileyên germahiyê re û ji ber tunebûna ceyran û ne bûna alavên sarkirinê koçber gelek azaran dikişînin. Rêveberiya Kampê bi derfetên xwe yên heyî hewl dide pirsgirêka koçberan çareser bike û pêdiviyên pêwîst peyda bike.

Koçbera bi navê Xedîce Zêdan El-Timê ku dayîka 4 zarokan e, ji gundên Dêr Hafir a Helebê ye, beriya sal û nîvekê ji ber şerên di navbera rêjîmê û DAIŞ'ê de reviya û li li kampê bi cih bû. Xedîje li ser rewşa wan a li kampê ev tişt anî ziman: "Pileyên germahiyê bilind bûn û li gel me tu amûrek sarkirinê tune ye. Zarokên me herî zêde ji germahiya bandor dibin."

Xedîce di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku gelek nexweşeyên weke Hebê Helebê( Leşmaniya), Sorik û herwekî din di nav kampê de belav bûne û di vê derbarê de bang li rêxistinên Mirovî kir da ku alîkariya wan û zarokên wan bikin.

Koçberên Kampê her wiha destnîşan kirin ku her çiqas Rêxistinên Mirovî erkên xwe ya mirovî pêk nayîn in.

Koçbera bi navê Zeyneb El-Hesen a ji bajarokê Meskene ya Helebê koçber bûye û berê xwe daye Kampa Minbicê. Zeyneb derbarê koçberiya xwe de ev tişt anî ziman: "Germahiya zêde û konên  koçberiyê azarên me kurtir dikin. Av li kampê kêm e, ji bo peydakirina wê, em li tabûra depoya avê pir dimînin".

Zeynep jî bang li rêxistinên mafên mirovan û Rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya wan bikin.

Koçberê bi navê Ferec El-Xelef bavê 5 zarokan e, ji gundewarên Dêr Hafir a Helebê koçber bûye û di kampê de bi cih bû ye. Ferec ji ber astengiyekê nikare bimeşe û rewşa wî di kampa koçberiyê de zehmet bûye. Ferec derbarê mijarê de wiha got: "Ez her tim di bin konê de dimînim. Ji ber germahiya zêde azaran dikişînim. Zarokên min bi zikêşê ketine û ji ber tunebûna bijîşkan û ber astengiya min ez nikarim wan ji bo dermankirinê bibim derveyî kampê."

Ferec bang li Rêxistinên Navneteweyî kir ku alîkariya wî bikin da ku zarokên xwe derman bike.

Endama Rêveberiya Kampê Îmam Mistefa got ku ew bi derfetên xwe yên bi sînor hewl didin avê ji koçberan re peyde bikin û wiha domand: "Konên koçberên ji ber hawaya zêde telef bûne û ji bo azarên wan kêm bikin, em hewl didn ji wan re konên nû û amûrên sarkirinê ku bi enerjiya tavê dixebitin pêşkeş bikin."

Lê belê, li ber bêdengiya rêxistinên mirovî û rewşa ku herêm tê re desrbas dibe de, derfetên Rêveberiya kampê ya ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê desteka wê dike, lawaz û qels dimînin.

(şx)

ANHA