"Erdê me dagir kirin û nahêlin em vegerin"

Welatiyê bi navê Mesûd Hesen ji şêniyên Efrînê ye û serpêhatiya xwe der barê rêwîtiya koçberbûnê de vegot. Hesen got ku berdewamkirina berxwedanê di navê gelê xwe de ji jiyana di bin zilma dagirkeran baştir e.

"Erdê me dagir kirin û nahêlin em vegerin"
16 tîrmeh, 2018   06:37

CAFER CAFO-ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Welatiyê bi navê Mesûd Hesen ji gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco ya Efrînê  ye. Piştî berxwedaneke bêhempa ku li hemberî hovanetirîn êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê yên terorîst, tevî hevjîn û 2 zarokên xwe bi şêniyên Efrînê re ku bi darê zorê ji malê xwe derketin û li kantona Şehbayê bi cih bûn.

Hesen piştî demekê li ser îdiayên artêşa tirk ji bo arambûna Efrînê, hewl da vegere mala xwe. Lê artêşa tirk nehişt ew vegerin.

‘Dagirkeriya tirk em neçarî koçberkirinê kirin’

Hesen serpêhatiya xwe li ser kêliyên destpêkê yên êrîş û topbarana artêşa tirk wiha anî ziman: "Me rojên gelek dijwar derbas kirin. Gelek caran em û bi taybet zarok nêzî mirinê bûn. Ji ber bandora topbaranê li ser me, heta niha ez bawer nakim ku em ji êrîşan xilas bûne."

Hesen axaftina xwe wiha domand: "Herêma Raco bi taybet, rastî hovanetirîn êrîşan hat. Artêşa tirk hemû cureyên çekên giran û balafirên şer bi kar anîn. Ji roja destpêkê ji êrîşan û heta kêliya dagirkirina Efrînê balafirên şer ji asîmanên Efrînê neçûn û ji ber wê jî em neçar man ku ji Raco ber bi navenda Efrînê ve derkevin."

Hesen nikarîbû ji erd û milkên xwe ku bi xwêya eniya xwe ava kiribû, dûr bijiya. Lewra her tim çavên wî li rêya vegerê bûn. Li dawiyê bi propagandayên artêşa tirk û çeteyên wê ku  ewlehî û aramî li Efrînê peyda bûye, bawer kir û vegerî Efrînê.

Hesen li ser rêwîtiya vegera Efrînê wiha got: "Dema em gihaştin deriyê yekemîn ê têketina Efrînê, artêşa tirk û çeteyên wê bi awayekî bêserûber gule li ser me berdan û gelek şênî li ber çavên me binçav kirin û her wiha telefonên me desteser kirin û ji me re gotin vegerin cihê ku jê hatine."

Ev helwest bandoreke mezin li Hesen dike û piştî çend hewldanan, Hesen tevî malbata xwe derbasî herêma Racoyê dibe.

20 rojên ku Mesûd Hesen li Racoyê jiyabû, têra naskirina derewên artêşa tirk û naskirina rûyê wê yê rastîn dike. Li ber çavên Mesûd gelek şênî hatin girtin, revandin û hilberînên çandiniyê yên welatiyan hatin dizîn. Her wiha artêşa tirk piştî  fonên çeteyan qut kirin, çeteyan berdêl û bac li welatiyan birîn.

Rêwêtiya 3'yemîn a koçberbûnê

Hesen ji ber metirsiya wî li ser jiyana hevjîn û zarokê xwe, neçar ma ku li rêya xelasiyê û ji Efrînê carek din derkeve, bigere. Destpêkê Hesen karîbû li gel xizmên xwe yên li Ezaz û Cerablusê bimîne, piştre xwe gihand bajarê Minbicê û piştre Helebê û li dawiyê piştî gelek pere dan, gihaşt kantona Şehbayê û niha li wir dimîne.

Piştî rêwîtiya koçberbûnê û tecrubeya wî ya biêş, Hesen gihaşt baweriya ku berdewamkirina berxwedanê di nav gelê xwe de ji jiyana di bin zilma dagirkeriya baştir e. Her wiha Hesen bang li şêniyên Efrînê kir ku li dû derewên artêşa tirk neçin. Lê belê yekgirtin û berxwedana xwe li Şehbayê ji bo vegera Efrînê xurttir bikin.

(şx/ew)

ANHA