ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-07-2018
14 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Beriya çend rojan derhêner Brana Mersan û wênesaz Kiloc Welat Xanî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bo Belgefîlimekî li ser êş û azarên zarokên Efrînê çêkirin derbasî Kantona Şehbayê bûn. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

POLTÎK

-Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê diyar kirin ku ew gef û daxuyaniyên dijber ên Artêşa Tirk a dagirker derbarê ketina Minbicê qebûl nakin û gotin ku hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê ne rewwaya û dane zanîn ku ew ê heta dawî parastina xaka xwe bikin û piştgiriya hêza ew ji DAIŞ'ê rizgar kirin, bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Desteya jinan a Qamişlo mala pîran ji bo xwedîderketina di aliyê derûnî û tenduristî li jinên ku bi tena serê xwe mane, vekir. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Insyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn dê bi daxuyaniyekê damezirandina komîteya amadekar a konfiransa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihîne. Daxuyanî dê li taxa tirênê were dayîn. Saet 15.45 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Xebatên duyemîn a mihrîcana ciwanan ku bi boneya salvegera 19'ê Tîrmehê tê lidarxistin, wê bi meşa ciwanan li Kobanê destpê bike, meşa ciwanan wê ji Kolana 48'an a Kobanê dest pê bike, meşvan dê heta Meydana jina azad bimeş in. Saet 09.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Piştî Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, xebatên çandiniyê ku di dema çeteyan de paş ketibû, pêş dikeve. Ev yek jî bandorê li jiyana hemû welatiyên herêmê dike, ji ber berhemên çan diniyê jêdereke sereke ya şêniyên herêmê ye. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA