Xebatên çandiniyê li Reqayê geş dibin

Piştî Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, xebatên çandiniyê ku di dema çeteyan de bi paş ketibûn, dîsa geş dibin. Ev yek jî bandorê li jiyana hemû welatiyên herêmê dike, ji ber berhemên çandiniyê jêdereke sereke ya şêniyên herêmê ye.

Xebatên çandiniyê li Reqayê geş dibin
Xebatên çandiniyê li Reqayê geş dibin
Xebatên çandiniyê li Reqayê geş dibin
Xebatên çandiniyê li Reqayê geş dibin
14 tîrmeh, 2018   06:22

XALID EL-CUMA / REQA

Bajarê Reqa bi berhmên xwe yên çandiniyê tê naskirin. Piraniya şêniyên wê debara xwe bi çandiniyê dikin. Çandinî jêdereke sereke ya welatiyên Reqayê ye. Beriya şoreşa gel a Sûriyeyê dest pê bike, di herêma Reqayê de berhemên çandiniyê zêde bûn, bi taybet jî li beravên çemên Firat û Belîx.

Li Reqayê berhema herî zêde tê çandin genim e. Cotkar genim bi her du cureyên wê yên hişk û ter diçînin, berhemê wê digihîje heta 700 kg ji donimekî re. Cotkarên herêmê zeviyên xwe bi rêya dînamoyan ji ava Firat û Belîz av didin.

Di rêza duyemîn de jî pembo ye ku demsala havînê tê çandin. Cotkar 4 mehan di zeviyên pembo de kar dikin, berhemê her donimek pembo digihîje 600 kîloyan.

Cotkar her wiha sebzeyan jî diçînin, bi taybet li berava Firatê. Ji ber kevn ve herêma berava Firatê bi çandiniya sebzeyan tê naskirin.

Berhemên çandiniyê di dema DAIŞ'ê de

Zeviyên genim ku li Reqayê derdora 700 kîlo jê dihat, di dema DAIŞ'ê de daket û berhemên cotkaran tenê 300 kîlo jê dihat, pembo jî ji 600 kîloyî daket 200 kîlo, ev jî ji ber ku çeteyan rê ne didan welatî bi rehetî di zeviyên xwe de kar bikin. Di heman demê de berhemên şewender (silk) û garisê zer jî kêm bû. Beriya sala 2011'an 22 hezar hiktar garis dihat çandin,  lê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê herêm dagirkirin û piştî kargeha ziwakirina garis bi balafiran hate bombebarankirin, êdî garis bê qîmet bû û tenê ji bo êmê sewalan dihate çandin.

Şewenderê şekir jî beriya ku kargeha çêkirina şekir a li Reqayê bibe hedefa balafirên şer ên rêjîma Baasê, hate rûxandin, gelekî baş bû. Lê piştî kargeh ji dewreyê derket, cotkarên Reqayê nema şewendera şekir çand.

Ji ber tunebûna ceyranê dînamoyên avê ku 24 saetan kar dixebitîn di dema aloziya Sûriyê rawestiyan, ev jî bû sedema ku berhemên çandiniyê gelekî paş bikeve. Ev yek bû sedema bêzarî û aciziya cotkarên herêmê û cotkar gelek xisar dîtin.

Di dema çeteyên DAIŞ'ê de jî cotkaran gelek zehmetî jiyan kirin, ji ber ku çeteyan gelek bace li ser welatiyan feriz kirin û di bin navê zikê de piraniya berhemên cotkaran bi darê zorê ji wan digirtin. Her wiha berhemên welatiyan bi buhayek kêm dikirî û derbasî Iraqê dikirin.

Çeteyên DAIŞ'ê 4 salan rê ne didan welatiyan ku berhemên zeviyên xwe bifroşin derve û ew neçar dikirin ku zeviyên wan ji wan bikirin. Di heman demê de simad (guvre) ne dihat peydakirin û vê yekê bandor li berhemên çandinê dikir.

Cotkaran ji ber tunebûna simadê dest bi çandiniya fol û nokan kirin, ji ber erdê xurt dikin, di heman demê de ji ber di demsala zivistanê de tê çandin û pir jê re nayê xwestin.

Piştî rizgarkirina Reqayê çandinî pêş ket

Piştî tevahiya Reqayê di 20'ê Cotmeha 2017'an de bi destê şervanên QSD'ê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, Komîteya avdanê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên sererastkirina xebatên çandiniyê kir. Gelek dînamoyên hatibûn rawestandin, temîr kirinû ava ji hezaran donimên erdan re peyda kirin. Ji navendên avê yên hatin temîrkirin, dînamoya herêma El-Heşim (10 hezar hektar av dide), Dînamoya El-Cerwe, dînamoya Yemame, dînamoya Bilindkirina bilind û dînamoya 5an û hemû jî bi hezarn donimên zeviyên Reqa û gundên wê av didin.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê yê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Weyso derbarê mijarê axivî û got ku piştî bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, komîteya çandiniyê di nava zeviyan geriya û lêkolîn da destpêkiri û wiha dom kir: " Me dît ku piraniya werdan ziwa mabûn, ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê binesaziya herêmê ya çandiniyê rûxandibûn."

Weyso her wiha da zanîn ku komîteya çandiniyê di nava kar û xebatan de ye ku rewşa çandiniyê li herêmê pêş bixin û bi pereyên kêm pêwîstiyên çandiniyê ji welatiyan re peyda bikin.

Piştî dînamoyên avdanê hemû hatin temîrkirin, cotkarên Reqayê hemû cûryên çandiniyê yên berê diçînin, tenê ji ber kargeha şekir hatiye ruxandin, niha şewendera şekir nayên çandin.

Komîteya çandiniyê tov û simad ji welatiyan re peyda dike û ev yek jî dibe sedema ku berhemên zeviyên cotkaran ku di salên berê de kêm b ibû careke din zêde bibe û geş bibe.

Şêniyên Reqa û gundên wê careke din zeviyên xwe diçînin û hêvîdar in mewsimên wan bibe xêr û bêr û xisarên di mewsimên din de ji ber zulma DAIŞ'ê bi wan ve hat vegerîn in. Lê vê carê ji ber siyasetên deweleta tirk cotkar di nava fikaran de ne, ji ber dewleta tirk ava çemên tên herêmê qut kirine, ev yek jî dibe sedema ku asta avê kêm bibe, ev jî dibe sedema metirsiyeke mezin di nava cotkaran de.

ANHA