Belgefilmek li ser êşa zarokên Efrînê tê amadekirin

Beriya çend rojan derhêner Brana Mersan û wênesaz Kiloc Welat Xanî yên ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bo Belgefîlimekî li ser êş û azarên zarokên Efrînê çêkirin derbasî Kantona Şehbayê bûn.

Belgefilmek li ser êşa zarokên Efrînê tê amadekirin
Belgefilmek li ser êşa zarokên Efrînê tê amadekirin
Belgefilmek li ser êşa zarokên Efrînê tê amadekirin
14 tîrmeh, 2018   04:34

CAFER CAFO-ELÎ KEDRO / ŞEHBA   

Beriya 10 rojan derhêner Baran Mersan û wênesaz Kiloc Welat Xanî yên ku li Ewropayê dimînin bi armanca çêkirina belgefîlimekî li ser jiyan, azar û pêşerojên zarokên Efrînê, derbasî Kantona Şehbayê bûn.

Di hevdîtnek bi ajansa me (ANHA) re derhêner Baran Mersan li ser berxwedana welatiyên Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk axivî û got: "Berxwedana ku welatiyên Efrînê li hemberî komploya navdewletî nîşan daye ne hêsan bû. Dagirkeran bawer ne dikir ku berxwedanek  bi vî awayî were nî şandan."

Baran her wiha destnîşan kir ku ew dixwaz in belgefîlimê bi nerîna zarokan çêbikin û destnîşan kir ku ji ber zarok ji her kesî zêdetir bi şer bibandor dibin û di hestên xwe de derewan nakin ev tişt anî ziman: "Fîlim ne tenê azarên zarok digire dest, lê belê hêviyên wan ên pêşerojê, kişandina dîmenên kenê zarokan di nav qerebelqa şer de, daxwazên wan ji bo hînkirina zimanê dayîkê di nav van şert û mercên dijwar de, her wiha parastina komên xwe yên çandî û hunerî."

Baran li dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rewşa ku ew filim tê de dikşîn in gelek bandor lê kiriye û ev tişt anî ziman: "Zarok ruxmî hemû azerên xwe bi moral in. Em jî ji bo ragihandina dengê wan bi hemû derfetên xwe kar bikin û jiyana wan a li Şehbayê belge bikin."

(şx)

ANHA