Çalakiyên gel li Basraya Iraqê didomin

Li bajarê petrolê yê Iraqê Basrayê, ev çend roj e li dijî bêkariyê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Serokwezîr Haydar El Ebadî ji bo ku nerazîbûnê kêm bike çû Basrayê.

Çalakiyên gel li Basraya Iraqê didomin
13 tîrmeh, 2018   12:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîr Haydar El Ebadî piştî ku li Brukselê tev li civîna têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bû, yekser berê xwe da Basrayê. Ebadî li Basrayê ku herêmeke petrolê ya bi 500 kîlometreyî li başûrê paytext Bexdayê ye, destpêkê bi fermandarên leşkerî re rûnişt.

Beriya serdanê, sibeha Înê li bajêr çalakiyên protestoyî hebûn. Ji bo ku piştî nîvro li pêşiya meclisa şaredariyê çalakiyên protestoyî werin kirin, bang hate kirin.

Rojek berê jî çalakgeran li gelek taxan lastîk şewitandin û daketin qadan. Çalakiyên protestoyî bi daxwaza kar û xizmeteke baştir roja Yekşemê ji aliyê ciwanan ve hatin destpêkirin. Heman rojê çalakgerek ji aliyê polîsan ve hate kuştin û ev yek bû sedem ku alozî zêde bibe.

Ji roja Yekşemê ve her roj li dijî bêkariyê çalakiyên protestoyî têne lidarxistin. Çalakgeran rêyên sereke girtin, lastîk li ser şewitandin û hin avahiyên hikumetê şewitandin.

Wezîrê Petrolê Cebbar El Lûaybî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku çalakgeran hewl daye bikevin parzûngeheke petrolê û çend avahiyên li pêşiya parzûngehê şewitandine.

Endamê meclisa şaredariyê Kerîm Şûak got ku çalakger ciwan in ku ji ber xemsariya hikumeta federal pirsgirêkên wan ên bêkariyê nayên çareserkirin.

Li Iraqê çavkaniyên petrolê ji sedî 89’ê budçeyê ne, ji sedî 11 jî ji îxracatê ne. Lê tevî vê yekê jî ji bo mirovên xwecih tenê bi rêjeya ji sedî 1 kar tê dayîn. Şîrketên petrolê yên biyanî bi giranî karkerên biyanî dixebitînin.

Li gorî daneyên fermî yên Iraqê, bêkariya li Iraqê ji sedî 10,8 e. Ciwanên emrê wan kêmî 24 saliyê, ji sedî 60 ji nifûsa welêt in.