Ji HPG`ê daxuyanî: Herî kêm 6 leşkerên tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li gelek herêman çalakiyên sekvanî û sabotajê pêk anîn. Li Colemêrg, Şirnex û Mêrdînê di çalakiyan de herî kêm 6 leşker hatin kuştin.

Ji HPG`ê daxuyanî: Herî kêm 6 leşkerên tirk hatin kuştin
13 tîrmeh, 2018   12:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî dan:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

12'ê Tîrmehê saet di 07.30'an de hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Elîşêr ê li navçeya Geverê çend çalakiyên sekvaniyê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me êvara heman rojê saet di 19.00'an de, li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Şehîd Gafûr ê li Geverê çalakiyek pêk anî. Bi derbên xurt leşkerekî dijmin hate kuştin, yek jî birîndar bû.

7'ê Tîrmehê, artêşa TC a dagirker li herêma Oremarê ya Geverê dest bi operasyonekê kir. Heman rojê saet di 22:30'an de hêzên me li dijî leşkerên li mintiqeya Qela Perixanê çalakiya sabotajê kir. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Hêzên me roja 8'ê Tîrmehê li Qela Perîxanê, 9'ê Tîrmehê jî li geliyê Zerê û mintiqeya Şehîd Qendîlê li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyên sabotajê pêk anîn. Hejmara leşkerên di van çalakiyan de hatin kuştin û birîndar bûn, nehate tespîtkirin. Operasyona dagirkeriyê ya li herêmê dest pê kir, 11'ê Tîrmehê saet di 04:00’an bi rengekî bêencam qediya.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, 12'ê Tîrmehê saet di 18:30'an de li ser rêya di navbera Şirnex û Cizîrê de li dijî bendeke kontrolê ya artêşa TC a dagirker çalakiyek li dar xist. Derbên xurt li wesayîteke dagirkeran û benda kontrolê hatin xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me 11'ê Tîrmehê saet di 19.00'an de li dijî leşkerên li qereqola Kertminê ya navçeya Mîdyad a Mêrdînê çalakiyeke sekvaniyê kir. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin."