Îranê got: Eger Iraq û Sûriye bixwazin em ê tavilê vekişin!

Şêwirmendekî lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney got, eger Bexda û Şam bixwaze ew ê 'şêwirmend'ên xwe yên leşkerî tavilê vekişînin.

Îranê got: Eger Iraq û Sûriye bixwazin em ê tavilê vekişin!
13 tîrmeh, 2018   11:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Alî Ekber Welayetî li Moskovayê civîneke çapemeniyê li dar xist û ev îdîa kir: "Hebûna Îran û Rûsyayê li Sûriyeyê ew e ku welêt ji komên terorîst û êrîşên Amerîkayê biparêze."

Welayetî got: "Ne bi zexta Amerîka ya jî Îsraîlê, eger hikumetên Iraq û Sûriye bixwazin em amade ne ku tavilê ji wan welatan vekişin."

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû roja Çarşemê ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re got, sedemeke ku Beşar Esad ji Îsraîlê bitirse nîne. Netanyahû ji Pûtîn xwest, hêzên Îranê ji Sûriyeyê derkevin.

Alî Ekber Welayetî da xuyakirin ku ji bo pozîsyona leşkerî ya Îranê ya li Sûriyeyê diyar bikin, ew bi Moskova û Şamê re di nava koordîneyekê de dixebitin.