Li Mabata ji ber teqîna bombeya çeteyan zaroka 13 salî jiyana xwe ji dest da

Zaroka bi navê Fehîma Kînan Seydo, di encama teqîna bombeyeke çeteyên artêşa tirk a dagirker de, li nav zeviyeke welatiyên gundê Xwezyana yê herêma Mabata, jiyana xwe ji dest da.

Li Mabata ji ber teqîna bombeya çeteyan zaroka 13 salî jiyana xwe ji dest da
Li Mabata ji ber teqîna bombeya çeteyan zaroka 13 salî jiyana xwe ji dest da
13 tîrmeh, 2018   11:36

EFRÎN

Çavkaniyekî ji navçeya Mabata ya Efrînê ji ajansa me ANHA`yê ragihand ku bombeyeke ku ji aliyê çeteyên dagirkeriya tirk ve li nav zeviyên welatiyên gundê Xwezyana yê girêdayî navçeya Mabata hatibû bicihkirin, teqiya. Di encama teqîna bombeyê de zaroka bi navê Fehîma Kînan Seydo ya 13 salî, dema ku bi malbata xwe re diçû ser zeviyê, jiyana xwe ji dest da. 

Hate zanîn ku dê cenazeyê Fehîma li gundê wê bê veşartin.

Hêjayî gotinê ye ku welatiyê bi navê Arif Hisên Çelo yê 50 salî, beriya du hefteyan di encama teqîna bombeyekê li ser rêya di navbera navçeya Mabata û gundê Qentera de jiyana xwe ji dest dabû.

(ekîb)

ANHA