Trûmp rexneyên giran li Elmanyayê kirin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp di civîna bilind a NATO'yê de rexneyên giran li Elmanyayê kir.

Trûmp rexneyên giran li Elmanyayê kirin
11 tîrmeh, 2018   10:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA Trûmp got, "Elmanya Rûsyayê dewlemend dike. Bûye esîrê Rûsyayê."

Trûmp wiha dewam kir: "Elmanya bi temamî ketiye bin kontrola Rûsyayê. Ji bo tedarikkirina enerjiyê milyaran dolarî dide Rûsyayê û em jî wê li dijî Rûsyayê diparêzin. Gelo ev yek çawa dikare bê vegotin? Ev ne tiştekî adîl e."

Serokê DYA'yê gelek caran nerazîbûn nîşanî projeya xeta gazê Nord Strea da ku Rûsyayê yekser bi Elmanyayê ve girê dide û xwestibû ku dest ji vê projeyê bê berdan.