Sersaxî ji malbata şehîd Avent Andok re hat xwetin

Welatiyên Kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Avent Andok a ku li çiyayê Besta ya girêdayî şernex şehîd bûye xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Avent Andok re hat xwetin
Sersaxî ji malbata şehîd Avent Andok re hat xwetin
Sersaxî ji malbata şehîd Avent Andok re hat xwetin
Sersaxî ji malbata şehîd Avent Andok re hat xwetin
Sersaxî ji malbata şehîd Avent Andok re hat xwetin
Sersaxî ji malbata şehîd Avent Andok re hat xwetin
Sersaxî ji malbata şehîd Avent Andok re hat xwetin
11 tîrmeh, 2018   10:29

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, hevserokê Kantona Kobanê Mistefa Îto û Hevserokên Meclîsa TEV-DEM'ê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo sersaxî ji malbata Şehîd Aventa Andok (Arîn Alî) ku li ciyayê Besta yagirêdayî şernex gihîştiye asta şihadetê re xwestin.  Konê sersaxiyê li taxa şehîd Ebdo ya bajarê Kobanê hatiye vedan.

Mersaîma sersaxiyê bi deqeyeke rêgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka  Meclîsa TEV DEM'ê Eyişa Efendî sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: "şehîd Arîn bi temenê xwe yê bi çûk xwest tevilî rêxistinê bibe û dayik û bavê wê weke gelek dayik û bavan di Newroza  2012'an de keça xwe diyarî têkoşîna Kurdistanê kirin. em weke gelê Kurd barê me giran e barê me ne tenê ziman û nasneme ye barê me azadkirina hemû gelê bi dest e ji bo wê em îro şehîdan didin".

Di merasîmê de hevserokê kantona kobanê Mistefa Îto piştî ku sersaxî ji malbata şehîd xwest wiha anî ziman: "bi rastî dema ku mirov li hemberê malbeteke weke malbeta şehîd Arîn disekine mirov digihîje encamekê ku dizane êdî gel riya ku şehîdan nîşan daye dişopîne û şehîd canê xwe fêda dikin ji bo ku aştiyê di nava me de jiyan bikin".

Merasîma sersaxiyê bi durişmeyên dilsoziya şehîdan bi dawî bû.

(SN)

ANHA