Di Turnuvaya Şehîd Omer Elûş de tîma El-Şirkirak bi ser ket

Tîma El-Şirkirak di Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Omer Elûş de ku li stada Eyn Îsa hatibû destpêkirin, bi ser ket.

Di Turnuvaya Şehîd Omer Elûş de tîma El-Şirkirak bi ser ket
Di Turnuvaya Şehîd Omer Elûş de tîma El-Şirkirak bi ser ket
Di Turnuvaya Şehîd Omer Elûş de tîma El-Şirkirak bi ser ket
11 tîrmeh, 2018   09:55

GIRÊ SPÎ

Lîstika dawîn a futbolê di navbera tîma El-Hêşa û El-Şekirak de dest pê kir û di dawiya lîstikê de tîma El-Şekirak bi 2 golan bi ser ket. 

Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Omer Elûş ji aliyê Komîteya Ciwanan a navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî  ve hate birêxistinkirin.

Di 18`ê Hezîranê de jî li herêma Firatê 15 tîm beşdarî turnuvayê bûn û li ser çar koman hatin belavkirin. Navên tîman wiha ye: El-Hêşa, Leqleq, EL-Dirûbiyê, Hezîma, Hêzên Parastina Civakî, Şehîd Arîn, Rical El-Muxeyem, Şebab El-Muxeyem, Girik, Elwihdê, Elsedaqa, Asayişa Celebiyê, Ebû Xerezê, Ehmêr, Elşerkirak.

Endamê Komîteya Ciwanan a navçeya Eyn Îsa Ebdullah Silêman diyar kir ku dê lîstikvanên jêhatî kom bikin da ku tîmeke taybet ji bo navçeya Eyn Îsa were avakirin û li ser asta herêmê beşdarî turnuvayan bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Omer Elûş endamê Têkiliyên Derve ya Meclisa Sivîl a Reqayê bû û di 16`ê Adarê de şehîd bûbû.

(ekib)

ANHA