ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.07.2018
11 tîrmeh, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê bêne şopandin.

- Komîteya Perwerdeya Civaka Demorkatîk li taxa Şêxmeqsûd dewreyeke perwerdê ya mamosteyan bi dawî dike. Saet 16:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Şêxmeqsûd daxuyaniyên Nêçîrvan Berzanî şermezar kirin û bi xiyanetê rave kirin û her wiha gotin ku ên weke Nêçîrvan Berzanî nûnertiya wan nake.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Navendî ya Reqayê xebatên xwe bê navber dewam dike. Şaredarî erka jinûva sererastkirina xizmetguzariyan û xwişkbûna bajarê ku DAIŞ`ê wêran kiribû, hilgirtiye ser milê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteyek xebatê ya taybet ya girêdayî navenda Karûbarên Olî ya Rêveberiya Sivîl a Demokartîk a Minbic û gundewarên wê dest bi xebatên  sererastkirina dibistana El-Şerîe kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Endama Komîteya Amadekar a konferansa Kongra Star a Helebê Hêvîn Silêman destnîşan kir ku ew amadekarî dikin da ku konferansa duyemîn a Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd lidar bixin.

- Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê du baxçeyên zarokan ( Kulîlkên Pêşerojê û El-Berêm) di pêşxistina şarezayên zarokan û her wiha ji bo sivikrina barên hemû jinan bi taybet jinên kedkar û di rêxistkirina wan de  rolek girîng lîstin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Diyar e ku sînaroyaʺLihevkirinêʺ a ku rejîma Sûriyê û Rûsya di demên dawî de  pêş xistin û kombûna çeteyan li Idlibê gaveke erênî bû. Piştî Şam û Deraa, rejîma Sûriyê dem bi dem daxwaza hemleyeke leşkerî mezin li Idlibê pêk bîne dixe rojevê. Ger ku êrîş li dijî Idlibê pêk hat, wê dewleta Tirk li hember çeteyên xwe têkeve tengaviyekê.

ANHA