YJC û YCR`ê li dijî dagirkeriya Tirk li ser Başûr meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan(YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava(YCR) li bajarê Qamişlo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistan meşeke bi meşeleyan lidar xistin.

YJC û YCR`ê li dijî dagirkeriya Tirk li ser Başûr meşiyan
YJC û YCR`ê li dijî dagirkeriya Tirk li ser Başûr meşiyan
10 tîrmeh, 2018   18:24

QAMIŞLO

Meşa ciwanan li çerxereya Osman Sebrî ya aliyê rojavayê bajarê Qamişlo despê kir. Ciwanan di meşê de nivîsa ‘SERÎ HILDA’ ku bi agir nivîsandibûn, alên YJC, YCR û meşel rakiribûn.

Di meşê de ciwanan dirûşmeyên ‘Bîjî berxwedana Qendîlê’,‘Bi can bi xwîn em bi tere Qendîl’ bê navber beriz dikirin.

Meşa ciwanan li çerxereya Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo bi soza bilindkirina berxwedanê li dijî dagirkeran bi dawî bû.

(mk/hh)

ANHA