Li Reqayê xebatên bêbandorkirina mayinan didome

Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve, tîmên bêbandorkirina mayinan ên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn bê navber kar û xebatên paqijkirina bajêr û gundewarên wê ji mayinan dimeşîne.

Li Reqayê xebatên bêbandorkirina mayinan didome
Li Reqayê xebatên bêbandorkirina mayinan didome
Li Reqayê xebatên bêbandorkirina mayinan didome
Li Reqayê xebatên bêbandorkirina mayinan didome
Li Reqayê xebatên bêbandorkirina mayinan didome
Li Reqayê xebatên bêbandorkirina mayinan didome
Li Reqayê xebatên bêbandorkirina mayinan didome
10 tîrmeh, 2018   06:27

AZAD SEFO-NEJBÎR OSMAN / REQA

Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi armanca parastina aramî û ewlehiya Reqayê hatin avakirin.

Bi destpêka pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê re ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihandibû, çeteyên DAIŞ'ê ji bo tola xwe ji şêniyên bajêr hildin, tevahiya bajêr mayin kirin.

Piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê Tîmên Endeziyarî  yên taybet ji bo bê bandorkirina mayinan ava kir.

Tîmên bêbandorkirina mayinan li bajêr kî ne?

Ev tîm girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn e. Ji çend komên ji ciwanên bajarê Reqayê pêk tê. Hejmara koman li gorî herêm û şert û mercan zêde dibe. Tîmên Endeziyarî ji aliyê pisporên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên bêbandorkirina mayinan ve hatin perwerdekirin.

Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve, Tîmên Endeziyarî 5 hezar mayin bê bandor kirin. Li gorî serjimarekê mayinên ku hatine bêbandorkirin ev in: bombe, top û bombeyên destan, her wiha gelek mayinên pêşketî yên ji aliyê Îsraîl, Tirkiye û Rûsyayê ve hatin çêkirin.

Her wiha gelek mayin li derveyî bajêr ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve hatin bêbandorkirin û heta niha di encama xebatên bêbandorkirina mayinan de 5 endamên Tîmên Endeziyarî  şehîd ketin.

Rêbaza koordîneya bi Meclisa Sivîl a Reqayê re

Destpêkê şênî daxwaznameyên mayinan pêşkêşî Meclîsa Sivîl a Reqayê dikin, pişt re meclîs wan daxwaznameyan radestî Hêzên Ewlehiya Hundirîn dike. Li ser wan daxwazan Tîmên Endeziyarî mudaxele dikin.

Destpêkê herêmê ji şêniyan vala dikin û piştre tîm avahiya mayinkirî bi baldarî dişopîne û mayina heyî tune dike.

Heta niha tîm bi rêjeya ji sedî 60 bajêr ji mayinan paqij kiriye û Hêzên Ewlehiya Hundirîn xebatên xwe ji bo paqijkirina tevahiya bajêr didomînin.

Taxên ku nehatine paqijkirin

Taxên wekî Taxa El-Endelus (Taxa El-Ekrad) bakurê bajêr û taxa El-Rimêle bakurê rojhilatê bajêr ji ber mayinên zêde û yên pêşketî (ên lazerî ku eger mirovek an jî tiştek nêzî wan bibe diteqe), kes nikare derbasî taxê bibe. Ji ber wê Tîmên Endeziyarî astengiyan di vî warî de dikişînin.

Lê dîsa jî Hêzên Ewlehiya Hundirîn xwe amade dike ku tevî hemû tîman di rojên pêş de derbasî van taxan bibe û mayinan bê bandor bike.

Astengiyên xebata Tîmên Endeziyarî

Ji ber kêmderfetan û tunebûna alavên pêşketî, Tîmên Endeziyarî gelek astengiyan dikişînin. Fermandarê Giştî yê Tîmên Endeziyarî ya Reqayê Egle Xelef El-Mûsa li ser astengiyên ku rastî tîman tên axivî û tekez kir ku ji ber tunebûna amûrên pêşketî hin caran Tîmên Endeziyarî nikarin bigihîjin mayinan û tenê di destê wan de traktorek heye.

Dema em li navenda Tîma Endeziyarî bûn, welatiyekî bi navê Mihemed Elî yê ku ji şêniyên kolana Til Ebyedê û di dest de daxwaznameya bêbandorkirina mayinan, derbasî navendê bû.

Tîma ku ji 4 endaman pêk dihat, di cih de xwe amade kir û tevî Mihemed çûn mala wî. Em jî bi tîmê re çûn malê. Li wir bi gihaştina me re, endamên tîmê mertal li xwe kirin. Destpêkê rêveberê tîmê derbasî malê bû û endamên din, sivîl ji derdora malê bi dûr xistin.

Çend deqe derbas bûn, piştre rêveberê tîmê ji malê derket û bang li hemû endamên tîmê kir ku alavên xwe bînin û derbasî malê bibin. Piştî tîm karê xwe qedand, em derbasî malê bûn û me gelek dîmen kişandin. Tîm tevî ku mayin bê bandor kir, gelek top û rextên leşkerî jî desteser kirin.

Xwediyê malê Mihemed Elî bi rêya ajansa me spasiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Tîmên Endeziyarî kir ku mala wî ji mayinên ku çeteyên DAIŞ'ê lê çandibûn, paqij kir.

(şx)

ANHA