Rûspiyên Reqayê bi QSD'ê re rêbazên xurtkirina ewlehiya bajêr gotubêj dikin

Bi armanca zêdekirina koordîneya her du aliyan û xurtkirina ewlehiya bajêr, Meclisa Têkiliyên Leşkerî ya Giştî ya QSD'ê civînek ji rûspiyên êlên ereban ên li Reqayê re li dar xist.

Rûspiyên Reqayê bi QSD'ê re rêbazên xurtkirina ewlehiya bajêr gotubêj dikin
Rûspiyên Reqayê bi QSD'ê re rêbazên xurtkirina ewlehiya bajêr gotubêj dikin
Rûspiyên Reqayê bi QSD'ê re rêbazên xurtkirina ewlehiya bajêr gotubêj dikin
Rûspiyên Reqayê bi QSD'ê re rêbazên xurtkirina ewlehiya bajêr gotubêj dikin
Rûspiyên Reqayê bi QSD'ê re rêbazên xurtkirina ewlehiya bajêr gotubêj dikin
10 tîrmeh, 2018   06:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên rêveber ên Meclisa Sivîl a Reqayê û nûnerên hin çalakiyên gelêrî yên herêmê beşdarî civînekê bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şêxê êla El-Neîm Heme El-Elî li ser girîngiya koordîneya di navbera QSD'ê û welatiyên Reqayê de ji bo parastina ewlehiya herêmê axivî.

Her wiha El-Elî destnîşan kir ku hemû pêkhateyên herêmên Bakurê Sûriyeyê piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê, di nav hevbeşiyekê de dijîn.

Ji aliyê xwe ve endamê Meclisa Têkiliyên Leşkerî ya QSD'ê li bajarê Reqayê Çiya Ehmed xuya kir ku ew ji bo parastina hemû welatiyan û ji bo bicihanîna rêgezên neteweya demokratîk û jiyana hevbeş di nav hemû pêkhateyan de kar û xebat dimeşînin.

Şêx û rûspiyên êlên ereban pêşniyarên xwe der barê ewlehiya herêmê de dan. Her wiha şêxê êla El-Sexanê da zanîn ku ew bi awayekî asayî van civînan bi QSD'ê li dar dixin û nêrîn û pêşniyarên rûspiyên êlên ereban digirin.

(şx/ew)

ANHA