El-Maşî: Êrîşên li dijî sivîlên Minbicê îflasa aliyên dijber piştrast dike

Farûq El-Maşî destnîşan kir ku sîstema li Minbicê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan hatiye rûnişkandin, lewra jî aliyên dijber dixwazin projeya demokratîkbûyînê têk bibin û aramiya herêmê têk bibin.

El-Maşî: Êrîşên li dijî sivîlên Minbicê îflasa aliyên dijber piştrast dike
10 tîrmeh, 2018   06:14

NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û serokeşîrê Bobena Farûq El-Maşî, têkildarî êrîşên dawî yên li bajarê Minbicê li dijî sivîlan hatî kirin, ji ajansa me (ANHA) re axivî. El-Maşî diyar kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve gelek aliyên dijberî şoreşa ji ber stratîjîkbûna herêmê li ser Minbicê îtîfaq kirin û wiha got: "Ji roja piştî rizgarkirina herêma Minbicê ji aliyê QSD'ê ve ji destên çeteyên DAIŞ'ê, welatî vegeriyan û sîstema xwe ya rêxistinbûyînê ava kirin û xwe di nava Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de xwe bi rêxistin kirin û hezên xwe yên ewlekariyê ava kirin."

El-Maşî, destnîşan kir sîstema li Minbicê bi beşdarbûna hemû pêhateyan hatiye rûnişkandin, lewra jî dijberên projeya demokrasiyê mîna Mertala Firatê û hevkarên wê bi hemû hêza xwe hewl didin projeyê tek bibin û di navbera pêkhateyên de tevliheviyê derxînin, li aliyekî din jî gefên derbasbûna bajêr û pêkanîna teqînan dixwin. El-Maşî got, "Em ji wan çeteyan re tekez dikin ku ew naghêjin armancên xwe, êrîşên wan hêza gelê me naşkîne. Em heya avakirina welatî ku firkirê teror lê nebe bixebitin."

Farûq El-Maşî, li ser teqîna ku beriya 3 rojan li taxa el-Heyê di nava xwepêşandarên  de pêk hat jî wiha pêde çû, "Hêzên dijberî projeyê li bajarê wan lewaz û îflas bûn, lewra jî sivîlan hedef digirin. Em dibêjin ku bajarê bi gelê xwe xurt e, ti kes nikare bi êrîşên xwe yên newêrek gelê me bitirsînin, ji ber ku dizanin ku hêz û yekîtî li hemberî êrîşan û hewldanên derxistina tevliheviyê wê bi serkeve."

El-Maşî di nava gotinên xwe de, destnîşan kirin ku Minbicê di siyasetên herêmî û navdewletî de xwedî roleke çalak û girîng e û got ku AKP'ê li Efrînê binketin, dixwazin têkçûyîna xwe bi dagirkirina Minbicê veşêrin û wiha domand, "Yên ku Minbic rizgar kirin kî ne, yanî wê Minbic jê kê rizgar bikin?, Rêveberiya Sivîl a Demokaratîk a Minbicê û Meclîsa Leşkerî Minbic diparêzin, her kes jî şahidê vê yekê ye. Minbic ji herêmeke dagirkirî bûye spartgeha koçberên Sûriyê, yên ji Hûmis, Heleb, Hema, Cerablus û herêmên di bin dagirkeriya komên Mertala Firatê. Vaya Minbic bi ewle ye, tersî Cerablusê ye, ku dizîn, teqîn û kuştin lê çêdibe. Armiya Minbicê xeteriyekê li ser wan çêdike, ji ber vê yekê dixwazin aramiya wê têk bibin û vîna gelê wê bişînin."

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û serokeşîrê Bobena Farûq El-Maşî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em welatiyên heman welatî ne, ka em li hemberî hemû pilanên li dijî welatê me bi yek testî tevbigerin. Armanca me rakirina pênûs li şûna çekan e. Bi pênûs, zanist û fikra azad çarenûsa gelan diyar dibe. Em çekan naxwazin ji ber ku ti carî ji aloziya Sûriyeyê re nabe çareserî."

(bb/jh)

ANHA