ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.07.2018
10 tîrmeh, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê bêne şopandin.

- Şêniyên navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo cenazeyên 3 şehîdan li goristana Şehîd Racib El-Etiyê oxir dikin. Saet di 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyên 5 cangoriyan ên ku li Şehbayê şehîd bûne li goristana şehîdan a navçeya Ehris oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîma taybet a bêbandorkirina mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD‘ê ji çeteyên DAIŞ‘ê bê navber kar û xebatê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê û Serokeşîrê Bobenda anî ziman ku sîstema li Minbicê bi beşdarbûna hemû pêhateyên civaka wê hatiye rûnişkandin, lewra jî hêzên dijber hewl didin da ku projeyê têk bibin û aramiya herêmê xirab bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gelê Qamişlo ji ber cûdahiya buhayên firotina dermanan rexne dike. Gel diyar dike ku kontrolkirina dixtoran û tehlîl pir biha ne. Rêveberiya Tenduristiyê jî diyar kir ku komên wan ên kontrolê hene, divê gel ji bo neheqiyan serdana wan bike û hewla wan a ji bo xizmeteke bêpere heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariyên Gel ên herêma Hesekê li gel kêmderferan mîsyona xwe bi rêk û pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclîsa Sivîl a Reqayê bi aramnca hêsankirina çûnûhatina di navbera rexê başûr û yê bakurê Çemê Firatê, dest bi sererastkirina pira Reqa a kevn (Pira El-Mensûr) kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Qamişlo li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşekê li dar dixe. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

Şêwekar Mehmûd Xelîl bi rêzkirina li ser caw hestên xwe parve dike, her wiha hewil dide ku bibe eynika civakê û dengê Şoreşa Rojava. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA