Ruxmî kêm derfetan lê karkerên paqijiyê bi erkên xwe radibin

Ruxmî kêm erebeyên paqijiyê di her sê şaredariyên Hesekê de, lê beşa hawirdorê ya şaredariyan bi erkên xwe radibin.

Ruxmî kêm derfetan lê karkerên paqijiyê bi erkên xwe radibin
Ruxmî kêm derfetan lê karkerên paqijiyê bi erkên xwe radibin
Ruxmî kêm derfetan lê karkerên paqijiyê bi erkên xwe radibin
Ruxmî kêm derfetan lê karkerên paqijiyê bi erkên xwe radibin
Ruxmî kêm derfetan lê karkerên paqijiyê bi erkên xwe radibin
10 tîrmeh, 2018   05:50

NESRÎN ELÎ /HESEKÊ

Li bajarê Hesekê di salên destpêkê yên şoreşa Rojava de, ji  ber ne bi rêxistinkirin û ne aktîvkirina beşa hawirdorê li Şaredariya Gel a bajêr bi awayekî baş, çanda ne paqijiyê û çop li bajêr belav bûn.

Lê di demên dawiyê de, gelek pêşketin di aliyê paqijiya bajêr de çêbûn. Beşa Hawirdorê ya her sê şaredariyên( rojhilat, rojava û başûr) rojane hemû taxên bajêr paqij dike.

Rojane erebeya paqijiyê ji bilî roja înê, ji saet 8:00'ê sibê heta 15:00'ê di nav bajêr de digere û çopê kom dike.

Welatiyê bi navê Delal Ibrahîm ya ku ji Taxa El-Mifti ye ji ajansa me re axivî û destnîşankir ku hemû karkerên paqijiyê bi erkên xwe radibin û rojane taxên bajêr paqij dikin. Her wiha Delal şêniyên bajêr û bi taybet xwediyên dikanan ji ber ku gemarê davêjin taxan rexne kir.

Derbarê vê mijarê de karkerê paqijiyê Omer Ezîz got ku ew rojane taxan paqij dikin lê hin şênî û xwediyên dikanan bi wan re nabin alîkar.

(şx)

ANHA