Balafirên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê digerin

Di van kêliyan de balafirên şer ên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê digerin.

Balafirên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê digerin
9 tîrmeh, 2018   19:44

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê digerin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh saet di 22:00‘an de, riya di navbera herêma Cindirêsê û bajarê Efrînê li nêzî gundên Xalta û Meskê û hin deverên din ê herêma Racoyê bomebebaran kirin.

(bb)

ANHA