Geşedanên dawî ji şêniyên Dêrikê re hatin şîrovekirin

Meclîsa Herêma Dêrikê bi koordîneya TEV-DEM civînek ji bo nirxandinên geşedanên dawî hate lidarxistin.

Geşedanên dawî ji şêniyên Dêrikê re hatin şîrovekirin
Geşedanên dawî ji şêniyên Dêrikê re hatin şîrovekirin
Geşedanên dawî ji şêniyên Dêrikê re hatin şîrovekirin
Geşedanên dawî ji şêniyên Dêrikê re hatin şîrovekirin
Geşedanên dawî ji şêniyên Dêrikê re hatin şîrovekirin
Geşedanên dawî ji şêniyên Dêrikê re hatin şîrovekirin
9 tîrmeh, 2018   19:08

QAMIŞLO

Civîn bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl, hevserokên komînan, mamosteyên zimanê Kurdî, di nav de bi dehan şêniyên li navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Şehîd Bawer hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin li ser giyên şehîdan, Rêveberê TEV-DEM‘ê Dilêr Cûdî  dest bi nirxandina mijarên siyasî yê leşkerî yên ku di rojevê de kir. Cûdî anî ziman ku îdayên ku dibêjin Rêveberiya Xweser hin herêm radestî rêjîma Sûriyê kirine û rakirina wêneyên şehîdan li qadan derew in û got, "Di Konferansa  Meclîsa Malbatên Şehîdan biryara rakirina wêneyan li qadên giştî hate dayîn. Ji ber ku wêne li ber rojê telif dibin û dişewitin.Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser biryar pêk anî. Îdîayên ku têe belav kirin ku tê gotin ku di navbera Rêjîmê û Rêveberiya Xweser de çêbûne ne rast in. Ji destpêkê ve me nêrîna xwe daye ku alozî bi diyalogên Sûrî –Sûrî pêk têne û bi destwerdana aliyên derve çareser nabe."

Dilêr Cûdî, di berdewama axaftina xwe de, destnîşan kir ku îdîayên ku têne belavkirin, yek ji şêwazên şerê taybet e, armanc jê têkbirina îradeya gelan e. Gelê Rojava û Bakurê Sûriyê ji bo parastina desteftiyên şoreşê şehîd dane, me mumkine ku bi hesan herêm werin radestkirin.

Civîn bi bersiva pirsan bi dawî bû.

(bb)

ANHA