Girê Spî du têkoşerên xwe oxir kirin

Şêniyên Girê Spî cenazeyên endamên Hêzên Asayîşê Xelîl Subhî El-Krîman û Hesen Meter ên ku di encama teqîna bombeyekê de şehîd bibûn, li goristana şehîd Mehmûd Tiûmê spartin axê.

Girê Spî du têkoşerên xwe oxir kirin
Girê Spî du têkoşerên xwe oxir kirin
Girê Spî du têkoşerên xwe oxir kirin
Girê Spî du têkoşerên xwe oxir kirin
Girê Spî du têkoşerên xwe oxir kirin
Girê Spî du têkoşerên xwe oxir kirin
9 tîrmeh, 2018   18:04

GIRÊ SPÎ

Sedan şêniyên Kantona Girê Spî piştî ku cenazeyên herdu têkoşran ji

nexweşxaneya leşkerî ya şehîd Berçem girtin bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê ve bi rê ketin.

Li goristanê piştî turane leşkerî ji aliyê Hêzên Asayîşê ve, rêveberê navenda Asayîşa Silûkê Feysel Ibrahîm axivî û got ku gefxwarinên aliyên ku dixwazin ewlehî û aramiya bajêr û aştiya li herêmê têk bibin, wan natirsîne û soza şopandina riya şehîdan da.

Paşê, Cîgirê Hevserokên Kantona Girê Spî Sebrî Nebû, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Ibrahîm û endama Kongra Star Heyfa Muslim axivîn û soza şopandina riya şehîdan dan û her wiha ji bo parastina herêmê banga yekgirtinê li hemû pêkahateyên herêmê kirin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Kurdistan Mihemed wesîqeya şehadetê xwend.

Piştre girseya gel cenazeyên her du şehîdan di nav berzkirina durişmeyan û tilîliyên dayîkan spartin axê .

(şx)

ANHA