‘Daxuyaniya Barzanî dagirkeriya Tirkiyeyê rewa dike’

Abdulkerîm Umer anî ziman ku daxuyaniya Barzanî li dijî kongreya neteweyî ye û dagirkeriya Tirkiyeyê rewa dike. Umer her wiha diyar kir ku li hemberî dagirkeran yekitiya kurdî pêwîst e.

‘Daxuyaniya Barzanî dagirkeriya Tirkiyeyê rewa dike’
8 tîrmeh, 2018   06:42

MÛRADA KENDA -HÊVÎDAR HERANÎ/ QAMIŞLO

Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê û endamê Konseya Revêber a KNK’ê Dr. Abdulkerîm Umer der barê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê û daxuyaniya serokwezîrê herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Barzanî bi daxuyaniya xwe êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser Başûr meşrû dike.

Abdulkerîm Umer da zanîn ku ev demeke dirêj e ku dewleta tirk êrîşî xaka başûrê Kurdistanê dike, hin herêm dagir kirine û piştî pêlên şoreşan li Rojhilata Navîn dest pê kir dewleta tirk xwest Împaratoriya Osmanî û Misakî Mîllî dubare bike û wiha pê de çû:  “Dewleta tirk bi armanca Împaratoriya Osmanî û Misakî Millî zindî bike Efrîn, Cerablus, Bab û gelek heremên cuda dagir kirin, rojane gefên dagirkirina Şengal, Mexmûr, Silemanî, Qendîl, Heleb, Mûsil, Helepçe hwd. dixwe û dixwazin wan bajaran tev li xilafeta osmanî bikin.  Dewleta tirk a dagirker aşkera dibejê ku piştî destkeftiyên li Rojava ketine nav metirsiyeke mezin û destkeftiyên gelê kurd hedef digirin. Her tim dibejin ku ew hebûna kurdan qabûl nakin. Fobiya wan li dijî mafên kurdan heye. Ne parçeyek Kurdistanê, her çar parçeyên Kurdistanê hedef digirin.” 

‘PKK'ê gelê Başûr ji êrîşên DAIŞ'ê xelas kir'

Abdulkerîm Umer di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hincetên dewleta tirk ên bi armanca dagirkirinê û bi bîr xist ku Tirkiye her tim PKK'ê dike hincet da ku êrîşên xwe yên dagirkirinê li ser herêmên kurdan pêk bîne. Umer li dijî gefên dewleta tirk ev tişt anî ziman: “Yên ku gelê başûrê Kurdistanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xelas kirin PKK bû. Berxwedana ku gerîla li vir da meşandin pir pîroz e. PKK'ê ji bo rizgarkirina xelkê Başûr bi dehan şehîd dan. PKK başûrê Kurdistanê dagir nake lê dewleta tirk dagirkeriyê pêk tîne.”

Beriya demekê serokwezîrê herema başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê Erdogan pîroz kir. Her wiha Nêçîrvan Barzanî PKK jî wek ‘terorîst’ sûcdar kir. Abdulkerîm Umer li ser daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku daxuyaniya Barzanî li dijî kongreya neteweyî ye û nakeve xizmeta gel. Abdulkerîm Umer axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Ev daxuyanî êrîşên dewleta tirk li ser axa başûrê Kurdistanê meşrû dike. Barzanî bi vê daxuyaniya xwe diyar dike ku ew  destekê dide dewleta Tirkiyeyê û parastina wê dike, daxuyaniya wî xetereyeke mezin e. Dewleta tirk li dijî destkeftiyên gelê kurd tev digere, ji lew re bila kes nebe alîkarê dagirkeriyê.” 

Umer bal kişand ku pêwîst e hikumeta Iraqê  li hemberî zêdegaviyên dewleta tirk helwesta xwe diyar bike, her wiha pêwîst e partiyên Başûr jî helwesta xwe nîşan bidin.

‘Girîngiya kongreya neteweyî dîsa derdikeve holê’

Hevserokê Desteya Karên Derve yê Kantona Cizîrê û endamê Konseya Revêber a KNK’ê Dr. Abdulkerîm Umer di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya kurdan û wiha got: “Bi yekitiya gelê kurd li dijî wan êrîşan em dikarin roleke bibandor bilîzin.  Her wiha girîngiya kongreya neteweyî dîsa derdikeve holê. Li dijî hemû êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê pêwîst e kongreya neteweyî were lidarxistin.”

ANHA