Endama ciwanên MSD`ê û  xwişka wê şehîd bûn

Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk û  xwişka wê di encama êrîşekê de şehîd bûn.

Endama ciwanên MSD`ê û  xwişka wê şehîd bûn
8 tîrmeh, 2018   04:46

HESEKÊ

Kesên ne nas îro di saet 06:00`an de bombeyeke destan avêtin mala Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk a girêdayî Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Dîlan Şêx Mehmûd. Di encamê de Dîlan tevî xwişka xwe Dilyar Şêx Mehmûd şehîd bûn.

Piştî bûyerê, hêzên Asayîşê yekser cûn cihê êrîşê û dest bi lêkolînê kirin.

Mala Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk Dîlan Şêx Mehmûd li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê ye.

ANHA