Li Reqayê gorên komî

Bi hezaran welatiyên sivîl ên herêma Reqayê li ser destên çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û di gorên komî de hatin binaxkirin. Ji dema ku Reqa hatiye rizgarkirin ve, Yekîneya Bersivdariya Yekemîn heta niha hezar û 238 cenaze ku nasnameyên wan nehatine naskirin dîtin û bi awayekî guncaw li goristanê spartin axê.

Li Reqayê gorên komî
Li Reqayê gorên komî
Li Reqayê gorên komî
Li Reqayê gorên komî
Li Reqayê gorên komî
8 tîrmeh, 2018   07:57

AZAD SEFO-NEJBÎR OSMAN/REQA

Bi destpêkirina pêngava Xezeba Firatê re, tîmên destwrdana yekser hat avakirin.

Tîmên ji destpêka hatiye avakirin ve bi awayekî şareza kar û xebatên xwe dimeşîne û bi pêş dixe.

Tîm ji 4 endaman pêk dihat û bi dilxwazî xebatên xwe li gundewarên Reqayê didin meşandin. Bi pêşveçûn û berfirehbûna serweriya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re tîman jî kar û xebatên xwe berfirehtir kirin. Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirin hejmara endamên tîman jî zêde bû û gihaşt 40 endaman. Di nava endamên tîman de 4 bijîşk hene. Peywira sereke ya vê tîmê ew e ku cenazeyên welatiyên sivîl ku çeteyên DAIŞ'ê bê ser û ber li herêmê binax kirine, derxe û bi awayekî guncaw li goristanan bispêre axê.

Tîm di bajarê Reqayê de 4 gorên komî dîtin, gora Parka Lawiran, gora El-Reşîd a li paş dadgeha kevn a bajêr û heta niha 600 cenaze li van goran hatine vedîtin û belgekirin. Li gora Panorama û gora Bexdayê jî 500 cenaze hatine dîtin û belgekirin.

Hejmara cenazeyan nayê zanîn

Çeteyên DAIŞ'ê li gelek navçe û deverên bajêr li nêzî gulistan, parka lawiran û lîstokgehan, çalên bi awayekî paralel kolandibûn û cenazeyên sivîl bê ser û ber avêtibûn goran.

Di gorên komî de cenazeyên zarok, jin û ciwanên ku çeteyan ji xwe re kiribûn mertalên zindî, hene. Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ji hêla QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê, Yekîneya Bersivdariya Yekemîn  hezar û 238 cenaze derxistine.

Li gorî belgeyên yekîneyê, welatiyên bajêr 117 daxwaznameyên cenazeyan pêşkêş kirinê, lê tîman tenê 17 cenaze derxistine.

Xebatên derxistin û naskirina cenazeyan

Ji bo cenazeyên welatiyan bi awayekî guncaw bêne derxistin, tîm xebatên derxistinê bi alav û amûrên hêsan dimeşîne. Welatî bi rêya dayîna agahiyên der barê cihê gorên xizmên xwe de yan jî bi rêya cil û amûrên kesayetî cenazeyan nas dikin û bi vî awayî alîkariya tîman dikin.

Cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine naskirin, tîm agahiyên girêdayî her cenazeyekê li ba xwe belge dike û li goristanên şehîdan ên bajêr dispêrin axê.

Astengiyên xebatên tîman

Tevî hemû xebatên ku tîm di vî alî de pêk dianîne, lê dîsa jî ji ber tunebûna alav û amûrên pêşketî gelek caran rastî astengiyan tê.

Der barê vê mijarê de serokê tîmê ya herêma başûrê Reqayê Ebdulreûf axivî û diyar kir ku tîm ji ber tunebûna alavên nû ew nikarin bi awayekî sîstematîk cenazeyan derxin û nasnameyên wan bidin nasandin.

(şx/ew)

ANHA